Li Derayê di teqînekê de zarokek mir

Li gundewarê rojhilatê Derayê zarokek ji ber teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.

Li Derayê di teqînekê de zarokek mir
12 cotmeh, 2026   17:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), duh, di encama teqîna mayînek ji bermahiyên şer de zarokekî li nêzî balafirgeha leşkerî ya Belê li derdora gundê Şeqraniyê yê herêma Lucat a rojhilatê Derayê diçêrand jiyana xwe ji dest da.

Li gorî serjimariyeke SOHR’ê, ji destpêka 2026’an ve ji ber teqîna mayînên bermahiyên şer 264 kes di nav de 99 zarok û 12 jin hatin kuştin.

(f)