Dewriyeyeke Îsraîlê ya ji 6 wesayîtan pêk tê derbasî Quneytîrayê bû

Dewriyeyeke Îsraîlî ya ji 6 wesayîtan pêk tê derbasî derdora bajarokê El Refid ê Quneytîrayê bû û rê li ber şêniyan girt ku karê avakirinê bidomînin, bi şertê ku ji bo berdewamkirinê divê destûra hêza UNDOF’ê bê wergirtin.

Dewriyeyeke Îsraîlê ya ji 6 wesayîtan pêk tê derbasî Quneytîrayê bû
12 cotmeh, 2026   18:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku dewriyeyeke Îsraîlê ya ji 6 wesaîtan pêk tê di deriyê Ebû El Xîsar re ketê û derbasî derdora bajarokê El Refîd ê gundewarê başûrê Quneytîrayê bû, rê li ber hejmarek şênî girt ku xerbatên avakirinê bidomînin û ji wan xwest ku destûrê ji UNDOF’ê wergirin.

Ev bûyer, ligel berdewama tevgerên Îsraîlê li gundewarê Quneytîrayê pêk tê.

(f)