Şêniyên Til Temir: Pêkanînên hikumeta veguhêz aramiyê têk dibin

Li hemberî kiryarên revandinê û girtina rêyan ji hêla hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertekên nerazîbûnê nîşan dan û got ew kiryar bi armancên tevliheviya ewlehî û têkbirina aramiya herêmê ne.

Şêniyên Til Temir: Pêkanînên hikumeta veguhêz aramiyê têk dibin
16 cotmeh, 2025   07:05
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Di dema dawîn de pêkanînên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî sivîlan, wekî revandina welatiyan û girtina rêyên bi ser herêmên Rêveberiya Xweser ve, zêde bûne. Li hemberî van binpêkirinan şêniyan nerazîbûna xwe nîşan da û got ku ev kiryar aramiya herêmê têk dibin.

Şêniyên bajarê Til Temir ê kantona Cizîrê ji ajansa me re diyar kir ku tiştê diqewime nakevin xizmeta berjewendiyên tu aliyekî û bi armanca tevliheviya rewşê ne û bang li aliyên berpirs kir ku ji bo parastina sivîlan û rawestandina binpêkirinan, destwerdanê bikin

Edle Eyo ya ji Til Temirê der barê mijarê de got: "Armanca hikumeta veguhêz a a Sûriyeyê lewazkirina Rêveberiya Xweser e û herêmên Rêveberiya Xweser wekî herêmên neewle nîşan bide, ye. Lê belê ya rastîn ên ku ewlehiyê têk dibin komên girêdayî hikumeta veguhêz in."

Edle diyar kir ku: "Em li dijî her aliyekî ku sivîlan ji bo zexta siyasî bi kar tînin in. Tiştê ku ev hêz pêk tînin li dijî hemû pîvanên mirovahiyê ne. Em bang li civata navneteweyî dikin ku destwerdanê bike û van binpêkirinan rawestîne." 

Welatî Remo Heyder jî diyar kir ku girtina rêyan û revandina sivîlan ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve bi armanca tirsandina welatiyan û atmosfêrekî metirsîdar çêke. Heyder got: "Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ewlehiya xwe ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk aniye ve, girêdayî ne û nahêlin krîz vegere."

Welatî Boza Salih jî destnîşan kir ku armanca hikumeta veguhêz ji van kiryaran ew e ku xwe wekî aliyê serwer nîşan bide, lê di rastiyê de her roj baweriya gel bi vê hikumetê têk diçe.

Boza diyar kir ku revandina welatiyan, astengiyan dijî wan û girtina rêyan binpêkirina aşkera ya mafên mirovan e û niyetên xeternak ên van hêzan nîşan dide.

Boza di dawiyê de got: "Hikumeta veguhêz sivîlan weke kaxizeke zextê ya siyasî bi kar tîne û hewl dide bi rêya tirsandina welatiyan li ser erdê qezenc bike. Lê ev pêkanîn îsrara şêniyan a girêdana bi ewlehî û aramiyê ve zêdetir dike."

(mh/fr)

ANHA