Koçberên Efrîn û Şehbayê: Derxistina çeteyan şertê pêşîn ê vegerê ye

Koçberên ku ji kantona Efrîn û Şehbayê koçber bûne û niha li kantona Tebqayê dijîn, diyar kir ku ji bo ku vegerin malên xwe, divê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê derkevin, milkên desteserkirî werin vegerandin û kesên girtî tavilê werin berdan.

Koçberên Efrîn û Şehbayê: Derxistina çeteyan şertê pêşîn ê vegerê ye
Koçberên Efrîn û Şehbayê: Derxistina çeteyan şertê pêşîn ê vegerê ye
Koçberên Efrîn û Şehbayê: Derxistina çeteyan şertê pêşîn ê vegerê ye
Koçberên Efrîn û Şehbayê: Derxistina çeteyan şertê pêşîn ê vegerê ye
Koçberên Efrîn û Şehbayê: Derxistina çeteyan şertê pêşîn ê vegerê ye
Koçberên Efrîn û Şehbayê: Derxistina çeteyan şertê pêşîn ê vegerê ye
Koçberên Efrîn û Şehbayê: Derxistina çeteyan şertê pêşîn ê vegerê ye
Koçberên Efrîn û Şehbayê: Derxistina çeteyan şertê pêşîn ê vegerê ye
16 cotmeh, 2025   03:58
TEBQA

Van rojan behsa vegera ewle ya koçberên ji Efrîn û Şehbayê bo malên wan tê kirin. Koçberên li kantona Tebqayê dijîn, diyar kir ku divê ji bo vegerê jîngeheke ewle peyda bibe, ew jî bi derketina çeteyan, vegerandina milkan û garantiyên navneteweyî pêk tê. Koçberan xwest şêniyên Efrînê bi xwe kar û barên xwe bi rê ve bibin.

Koçberê bi navê Esed Umer diyar kir ku vegera li Efrîn û Şehbayê divê vegera ewle be. Umer got divê çend gavên pêşîn ji bo vegerê werin bicîhanîn, ya yekem ew e ku kesên hatine revandin werin berdan, binpêkirinên li dijî şêniyan rawestin û erd û milk ji xwediyên wan re werin vegerandin.

Umer bal kişand ser girîngiya "derketina çeteyên ku karê wan tenê revandin, talankirin, dizî û kuştin e” û wiha lê zêde kir: "Hejmareke mezin a şêniyan di zindanên çeteyan de li El Raî û Hawar Kilisê dimînin.”

Koçbera bi navê Rozalîn Koşan got eger veger çêbe divê bi garantiyên navneteweyî be û got: "Di şert û mercên heyî de, veger ne gengaz e. Heya çete li wir bin, revandin, kuştin û desteserkirina milkan bikin, veger ne pêkan e. Heya ku ev gel nekare xwe bi xwe, di hemû warên leşkerî, ewlehî de bi rê ve bibe, dê ewlehî pêk neyê."

Koçberê bi navê Silêman Reşo diyar kir ku bêyî peydakirina ewleiyê, derxistina çeteyan û avakirina saziyên ku ewlehî û aramiyê bicîh tînin, mirov nikare behsa vegerê bike. Reşo got: “Çte hîn jî bi hinceta nebûna delîlan bacê li ser şêniyan ferz dikin û  milkên wan nadin wan. Reşo destnîşan kir ku "heta ew kesên ku milkê wan ji wan re tê vegerandin jî neçar in ku berhemên çandiniyê bi çeteyan re parve bikin."

Cemal El Hesanî jî got: "Tiştê ku îro li Efrîn tê xwestin, derxistina çeteyên ku mal, erd û malên mirovan dagir kirine ye."

El Hesanî bang li mirovên xwedî wijdan kir ku alîkariya wan bikin ku van çeteyan derxînin da ku ew karibin bi ewlehî û aramî vegerin. El Hesanî gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Çi sûcê me heye, em ên ku di konan de dijîn, ku em rastî vê neheqiyê tên? Em dixwazin ji bo vegera me jîngeheke ewle were peydakirin, çete werin derxistin û a kesên ku bi salan bê sûc di zindanên de mane werin berdan. "

(k)

ANHA