Li ser rêya Hesekê -Dêrazorê qeza; 3 dekanên Zanîngeha Firatê wefat kirin

Li ser rêya Hesekê-Dêrazorê qezayek trafîkê çêbû, di encamê de 3 dekanên Zanîngeha Firatê wefat kirin û hin jî birîdnar bûn.

Li ser rêya Hesekê -Dêrazorê qeza; 3 dekanên Zanîngeha Firatê wefat kirin
Li ser rêya Hesekê -Dêrazorê qeza; 3 dekanên Zanîngeha Firatê wefat kirin
Li ser rêya Hesekê -Dêrazorê qeza; 3 dekanên Zanîngeha Firatê wefat kirin
Li ser rêya Hesekê -Dêrazorê qeza; 3 dekanên Zanîngeha Firatê wefat kirin
15 cotmeh, 2025   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser rêya Hesekê -Dêrazorê, piştî çatrêya 47ˊan, qezayek trafîkî çêbû. Di encamê de dekanê Fakulteya Mafnasiyê ya Hesekê Dr. Mihemed El Casim, dekana Fakulteya Endazyariya Sivîl (Medenî) Dr. Nacî El Ferec, û dekanê Fakulteya Zanistê ya Hesekê Dr. Mehmûd Remdan jiyana xwe ji dest da. Li kêlek wê hejmarek ji dekan û mamosteyên fakulteyên Zanîngeha Firatê bi giranî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ew dekan û mamoste tev li civîneke dekanên Fakulteyên Zanîngeha Firatê (Dêrazor, Hesekê û Reqayê) ya li Dêrazorê bûbûn, dema vedigerîn erebeya wan û yeke din li hev qelibîn. Di encamê de 3 dekanan jiyana xwe ji dest da û hin jî bi giranî birîndar bûn.

(fr)