Şêniyên Tebqayê şehîdekî HRE`yê spart axê

Şêniyên kantona Tebqayê û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê HRE`yê Hisên Nasro li goristana şehîdan a Tebqayê veşartin. Şêniyan û koçberan, gotin ew ê rêya azadiyê û têkoşînê heta bidestxistina serkeftinê bidomînin.

18 tebax, 2025   21:19
TEBQA

Bi sedan şêniyên kantona Tebqa, koçberên kantona Efrîn û Şehbayê, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Meclisa Olî, fermandarên hêzên leşkerî li goristana şehîdan a Tebqayê tev li merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Hisên Nasro bûn ku 17`ê Tebaxê li bajarê Mensûra şehîd bûye. 

Di merasîmê de endama rêveber a Kongra Star a kantoan Efrîn û Şehbayê Ferîde Îbo axivî û got: “Em destpêkê ji xwe û dûra ji malbata şehîd, sersaxiyê dixwazin. Em bejna xwe li ber şehîdên azadiyê û rûmetê ditewînin. Em ji wan re dibêjin, hûn minareya rêya me ne. Erka me ye ku em destkeftiyên we biparêzin û li ser şopa we bin ta ku serkeftinê bi dest bixin.”

Ji fermandarên HRE`yê Karker Şehba jî axivî û got ew ê parastina axê û gel bidomînin, nahêlin ti kes azadî û rûmeta gelên herêmê binpê bike û dê her tim wefedarên şehîdan bin.

Endamê Meclisa Olî ya Tebqayê şêx Bozan Şêx Hemo jî axivî û diyar kir ku şehadet, şahidê wefedariya şehîd ji gel û axê re ye û dê şehîd di dilê her kesî de zindî bimînin.

Dûre wesîqeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Piştre, cenazeyê şehîd Hisên Nasro li goristanê hate veşartin.

(şx)

ANHA