Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Hêzên me êrişa li ser bendekê li Dêrazorê têk bir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa li ser bendeke kontrolê ya hêzên li bajarokê Sebha yê Dêrazorê têk bir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Hêzên me êrişa li ser bendekê li Dêrazorê têk bir
18 tebax, 2025   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê ragihand ku saet 17:30`ê vê êvarê 2 çedarên li motorsîklêtê siwar bûbûn, êriş bendeke wan a kontrolê kirine. 

Hêzê diyar kir ku şervanên wan bersiva êrişkeran dane ku di encamê de reviyane. Hêzê da zanîn ku tiştek bi serê şervanên wan nehatiye.

Hêzê destnîşan kir ku piştî êrişê ji bo naskirina detayên wê, bendê xwe asê kiriye û got hewldanên wan ji bo parastina ewlehiyê û şêniyên herêmê berdewam in.

(şx)