Şêniyên Hesekê şehîdekî QSD`ê oxir kir

Şêniyên bajarê Hesekê şervanê QSD`ê Hewas Mihemed Elî li goristana Şehîd Dijwar oxir kir û soz dan ku li ser şopa wî û şehîdan bin ta ku armancên wan bi dest bixin.

Şêniyên Hesekê şehîdekî QSD`ê oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî QSD`ê oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî QSD`ê oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî QSD`ê oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî QSD`ê oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî QSD`ê oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî QSD`ê oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî QSD`ê oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî QSD`ê oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî QSD`ê oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî QSD`ê oxir kir
18 tebax, 2025   20:51
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê, endamên saziyên sivîl li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîlk (QSD) Hewas Mihemed (Yunis Luqman) ê 14`ê Tebaxê li bajarê Hesekê şehîd bûye, oxir kir.

Di merasîma oxirkirinê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xilûd Xelef axivî û got: “Şehîd, leheng, zend û bendên welat in. Parêzvanên ax û namûsê ne. Tevahî komployên dewletên hegemonîk ên ku naxwazin welatê me istiqrar bibe, têk birin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Cizîrê Mihemed Elî El Cewher jî axivî û got: “Dema hevalek me şehîd bibe, ew di wijdanê me de nemir e. Ji ber ku em dev ji rêya wî bernadin. Lê belê îsrara me ya domandina rêya şehîdan û rizgarkirina axa dagirkirî, zêdetir dibe.”

Di dawiya merasîmê de piştî xwendina wesîqeya şehadetê, şêniyan cenazeyê şehîd Hewas bi dirûşmên “Şehîd nemir in” spartin axê.

(şx)

ANHA