Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi şewitandina qumaşan xwe germ dike

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji ber dorpêça hêzên hikumeta veguhêz a li ser herdu taxan û kêmbûna mazotê xwe bi şewitandina qumaşan gerim dikin.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi şewitandina qumaşan xwe germ dike
23 kanûn, 2025   04:25
HELEB

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nexasim qedexekirina derbaskirina mazotê ji bo herdu taxan, piraniya şêniyên herdu taxan qumaş wekî alternatîfa mazotê dişewitînin û xwe bi betanî û tava rojê germ dikin.

Heta niha 7 hezar û 500 malbatan para xwe ya mazotê wergirt lê belê ji ber qedexekirina derbaskirina mazotê ji bo herdu taxan ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve, 42 hezar û 500 malbat ji mazotê bêpar man.

Girêdayî wê, koçbera ji Efrînê û piştre ji Şehbayê Sultane Îbrahîm (60) ku dayika 10 keç û 3 xortan e û bi malbata xwe re li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dimîne, ji ber kêmbûna mazotê di her zivistanê de hazin kirin û got: "Duh rejîma Baas em dorpêç dikirin, îro jî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ye."

Sultane Îbrahîm got ku tevî tecrûbeya wan di zivistanên borî yên bê mazot de, lê dîsa ew ji ber sermayê zehmetiyan dikişînin û got: " zarokên me hene sermayê tehemûl nakin, pêwistiya wan bi germbûnê heye."

Sultane Îbrahîm diyar kir ku ew ji bo germkirinê betanî û tava rojê wekî alternatîf bi kar tînin û wiha domand: " ve 8 sale em qumaşan li şûna mazotê naşewitînin”

Sultane Îbrahîm diyar kir ku şewitandina qumaşan wan germ dike lê ji ber dûmanê wê metirsiyê dide tenduristiyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şewitandina qumaşan xazên jehrîker wekî formaldehîd û yekemîn oksîda karbon derdixe, ev xaz jî metirsyê didin bêhnkişandinê, dil, mejî, egera penceşêrê zêde dikin û oksîjenê kêm dikin.

Sultane Îbrahîm bang li aliyên berpirs kir ku dorpêçê bi dawî bikin, mazotê derbasî herdu taxan bikin û zehmetiyên şênî, nexweş û zarokan kêm bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî 2 mehan ji girtina rêya Heleb - Dêr Hafir, rê hat vekirin lê belê hikumeta veguhêz rê tenê ji bo erebeyên rêk vekir û derbasbûna sahrîcên mazotê qedexe kir.

(mh)

ANHA