Gelê Cizîrê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daket qadan

Gelê bajarên kantona Cizîrê êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin û diyar kir ku ew bi gelê her du taxan re ye.

22 kanûn, 2025   23:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarên Tirbespiyê, Amûdê, Dêrik, Girkê Legê û Hesekê yên kantona Cizîrê bi çalakiyên protestoyî û daxuyaniyan êrişên komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi berxwedana gelê her du taxan re li dijî êrişan anî ziman.

Li Tirbespiyê Meclisa bajêr li çerxerêya Azadî çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de hevseroka meclisa bajêr Mizgîn Lazgîn daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de êrişên li dijî xelê her du taxan şermezar kirin.

Li bajarê Amûdê jî, gel xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşand ji gel dibistana El Meerî heta bi Qada Jina Azad dest pê kir.

Li qadê, koçberê ji Efrînê Reşîd Elo axivî. Elo êrişên komên hikumetê yên li dijî gelê her du taxan şermezar kirin û got li qadan bin, piştgiriyê bidin gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Li bajarê Hesekê jî, bi dehan koçberên Efrîn-Şehba yên li Seken El Şebabî ya taxa Xiwêran bi cih bûne xwepêşandanek li dar xist.

Di xwepêşandanê de êriş hatin şermezarkirin û piştgiriya xwe bi gel re anîn ziman.

Li bajarê Dêrikê jî, xelkê bajêr û koçberên Efrînê li Navenda Ciwanên Şoreşger kom bûn. Li wir koçbera bi navê Xedîce Îbo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û banga hesabdayînê ji sûcdaran xwest.

Li bajarê Girkê Legê jî, gelê bajêr û koçberên Efrîn-Şehbayê çalakiyek li Qada Şehîd Xebat li dar xist, piştgiriya xwe ji berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re nîşan da.

Li Dirbêsiyê jî ciwanan, ji bo şermezarkirina êrişan û piştgiriya berxwedana şêniyên her du taxan meşek li dar xist.

(fr)

ANHA

Dirbêsiyê

Girkê Legê

Amûdê

Dêrik

Hesekê

Tirbespiyê