Hêzên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê: Me talîmat dan hêzên xwe ku bersivê nedin êrîşan

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê diyar kir ku wan talîmat dan hêzên xwe ku bersivê nedin êrişên komên hikumeta veguhêz.

Hêzên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê: Me talîmat dan hêzên xwe ku bersivê nedin êrîşan
22 kanûn, 2025   23:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê têkildarî êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de daxuyaniyek da. Fermandariyê di daxuyaniyê de got: "Wekî bersivek ji bo aramkirina rageşiyê, me talîmat dan hêzên xwe ku bersivê nedin êrişên komên hikumeta Şamê."

Komên girêdayî hikumeta veguhêz berêvara îro (22 Kanûn 2025) êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir, di encamê de jinek şehîd bû û 17 şênî û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê birînadr bûn.

Di çarçoveya parastina şêniyan û her du taxan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bersiva êrişan da û têk bir.

Girêdayî mijarê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsa wan êrişan da.

Ji bo piştgiriya berxwedana şêniyên her du taxan û şermezarkirina êrişan bi hezaran xelkê pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxketin qadan.

(fr)