ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-11-2026
24 mijdar, 2026   02:00

Parêzer Ferîha Umer destnîşan kir ku pêdiviya derketina li hember tundiyê bi dagirtina valahiya di navbera qanûn û pêkanînê de û aktîfkirina mekanîzmaya parastina lezgîn a qurbaniyan heye û da zanîn ku parastin mafekî qanûnî ye, edalet bi xweparastinê dest pê dike, bi hesabxwestinê û rêgirtina li ber dubarekirina binpêkirinê bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewatiya destûreke mayînde li Sûriyeyê, bi beşdariya sûriyeyiyan di amadekirina wê de, nûnertiya hêz û pêkhateyên cuda û derfeta gotûbêjkirina xalên wê û bandorkirina li ser dariştina wan ve girêdayî ye.

Suryanan daxwaz kir ku zimanê suryanî bibe yek ji zimanên fermî yê Sûriyeyê û bikeve nava bernameya perwerdeyê ya dibistanan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewamkirina bilindbûna buhayên madeyên xwarinê li sûkên Sûriyeyê û di heman demê de daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê, barê debara jiyanê li gel malbatan giran dike, ji ber guhertinên nirxên serfkirinê û lawaziya di çareserkirina pirsgirêkên li sûkan de, şênî nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin.

Bi boneya 25‘ê Mijdarê, Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi hevkariya Saziya Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan panelekê li avahiya kongreyê ya bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 09.30‘an. Bi heman boneyê, Navenda Lêkolînên Jineolojî ya bajarê Hesekê panelekê der barê 25‘ê Mijdarê li dar dixe, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)