Şêniyên Qamişloyê: Dem dema diyalogê ye

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û divê hêzên Kurdan berjewendiyên partîtî bidin aliyekî û yekitiya neteweyî pêk bînin.

Şêniyên Qamişloyê: Dem dema diyalogê ye
17 kanûn, 2024   04:10
QAMIŞLO
SILAVA ABDULREHMAN

Şêniyên bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê bang li aliyên siyasî yên Kurd kir ku li gorî şert û mercên dawîn ên li Sûriyeyê tev bigerin û yekitiya neteweyî xurt bikin û xwe ji berjewendiyên partîtî bidin alî.

Der barê mijarê de Gîvara Îsam wiha got: "Qonaxa niha destpêka dîrokeke nû ye, geşedanên bilez çêdibin. Divê gelê Kurd yekitiya xwe pêk bîne û mil bi mil destkeftên ku bi saya fedakariya şehîdan bi dest ketine, biparêze.”

Îsam her wiha diyar kir: "Yekitiya hêzên Kurd li Sûriyeyê bûye pêwîstiyeke dîrokî. Eger hêz û partiyên kurdî bibin yek û projeyên xwe bi awayekî yekgirtî pêşkêş bikin, dê ev yek bibe hêzeke rasteqîn ku daxwazên xwe pêşkêşî hikumeta nû ya Şamê bikin.”

Gîvara Îsam bang li partiyên siyasî kir ku "ji berjewendiyên teng ên hizbî dûr bikevin û bersivê bidin bangên gel ên ji bo diyalogê.”

‘YEKITÎ RÊYA BIDESTXISTINA ARMANCÊN NETEWEYÎ YE’

Ebdo Osman diyar kir ku di vê qonaxê de pêwîstî bi hewlên hevbeş û helwestên erênî ji bo piştgiriya diyalogê heye.

Osman tekez kir ku pêkanîna yekitiyê erka hemû welatparêzan e û got: “Divê nakokiyên hizbî bidin aliyekî û giraniyê bidin mijarên hevbeş ên ku gelê Kurd eleqedar dikin.”

Osman hêviya xwe ku hemû aliyên kurdistanî li ser maseya diyalogê rûnin, anî ziman û diyar kir ku ev dem ne dema berjewendiyên teng e, ji bo diyarkirina çarenûsa gelê Kurd demeke diyarker e.

‘DÊ ÇARENÛSA GELÊ KURD DIYAR BIKE’

Îsam Îbrahîm jî der barê mijarê de got: "Em di qonaxeke hestiyar re derbas dibin ku çarenûs û hebûna gelê Kurd diyar dike, lewma divê her kes ji bo pêkanîna yekitiyê nakokiyên xwe deyne aliyekî.”

Îbrahîm bang li aliyên siyasî kir ku “vê derfeta yekitiyê ji bo gelê Kurd li Sûriyeyê bi kar bînin û berê xwe bidin Şamê ji bo dan û standinan û bidestxistina mafên xwe".

‘XEWNA PÊŞIYÊN ME’

Bêrîvan Mehmûd jî der barê mijarê de got: "Divê aliyên siyasî baş li fedakariya şehîd û birîndarên şer binêrin, ew ên ku ji bo hemû pêkhate di nava aramî û aştiyê de bijîn şer kir. Lewma divê ew aliyên siyasî bi navê wan bipeyivin û hêviyên wan pêk bînin.”

Bêrîvanê diyar kir ku pêkanîna yekitiyê “xewna bav û kalên me ye û divê pêk bê.”

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî bal kişandibû ser pêwîstiya pêkanîna yekitiya neteweyî ya kurdî, ji bo rûbirûbûna geşedanên heyî yên li welat. Ebdî bang li hemû aliyan kiribû ku ji berjewendiyên hizbî dûr bikevin û bi erênî bi hev re bikevin nava hewldanên ji bo pêkanîna yekitiyê.

(k)

ANHA