‘Em ê felsefeya Rêbertî biparêzin û Kurdistana azad ava bikin’

Şêniyên Amûdê diyar kir ku ew ê hemû cureyên alîkarî û piştgiriyê bidin koçberên Efrîn, Şehba û Helebê, her wiha diyar kir ku ew "ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan hînî regezên piştevanî û hevkariyê bûne."

‘Em ê felsefeya Rêbertî biparêzin û Kurdistana azad ava bikin’
17 kanûn, 2024   03:10
AMÛDÊ
SIMAV MEHMÛD

Ji ber berdewamkirina êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êş û azarên koçberên ji Efrîn, Şehba û Helebê zêde dibin.

Şêniyên bajarê Amûdê hevkarî û piştgiriya xwe ya bi koçberan re diyar kirin û dilsoziya xwe ya bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan anî ser ziman.

Cîhan Ehmed der barê mijarê got: "Me pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwendine, wî em hîn kirin ku bi hev re bira bin û yek bin. Rêber Abdullah Ocalan ne tenê nûnertiya Kurdan dike, nûnertiya hemû pêkhate û her çar parçeyên Kurdistanê dike.”

Kîwan Hiznî jî wiha got: "Em bi fikra Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û wekî ku Rêbertî xwestiye em gelê Kurd hewl didin biratiya gelan bi hemû pêkhateyan re xurttir bikin. "

Her wiha Mesûde Îbrahîm jî got ew pêşwaziya gelê xwe yên ji Efrîn, Şehba û Helebê dikin û wiha domand: “Rêbertî ev zanîn û felsefe daye me ku em pêk bînin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were divê em li qadan bin.”

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya koçberên ji Efrîn û Şehbayê û Helebê berdewam dikin.

(k)

ANHA