Koçberên Efrînê: Divê hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bê pirsîn

Koçberên bajarê Efrînê yê dagirkirî ku cara duyemîn êşên koçberiya bi darê zorê dikişînin û di rewşên zehmet ên sermayê re derbas dibin daxwaz kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li hember sûcên xwe werin cezakirin û ji bo vegera li warên xwe piştgirî xwestin.

Koçberên Efrînê: Divê hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bê pirsîn
17 kanûn, 2024   06:40
TEBQA

Ev cara duyemîn e ku şêniyên Efrînê êşên qirkirinê dikişînin, bi hezaran malbat bi darê zorê ji Şehba, Til Rifet û gelek herêmên derdorê koçber bûn. 

"Serma gewdeya me ya westiyayî dirizîne" bi van gotinan Koçberekî Efrînê ku niha li kantona Tebqayê dimîne got: "Em 2 caran koçber bûn. Cara pêşîn ez ji bajarê Efrînê tevî malbata xwe koçberî gundê Til Qerah ê Şehbayê bûm. Piştre jî ji wir em koçberî vir bûn. Kesên qaşo xwe bi Artêşa Nîştimanî bi nav dikin, di rêwîtiya koçberiyê de gotinên xerab gotin û gef li me xwarin. Me cenazeyên kesên berê me derketine û hatine kuştin, dîtin. Wê tirs xist dilê me."

Koçber wiha domand: “Xwişka min li Şehbayê ji nexweşiya weremê dihat dermankirin û piştî kedeke mezin ew çêbû. Lê niha piştî van zehmetiyan ew nexweşî dîsa lê vegeriya. Em bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî dikin ku ji bo em vegerin warên xwe piştgiriyê pêşkêş bikin."

Koçber Henan Kaso yê li Tebqayê dimîne bang kir ku zextê li artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bikin ku şerê qirkirinê yê li dijî gel dimeşîne bi dawî bike û koçber vegerin warên xwe.

Kaso bi dengekî xeniqî wiha domand: “Em ji koçberî, serma, nexweşî û birçîbûnê êdî westiyan. Ji bo me bitirsînin çeteyên Tirkiyeyê gule li derdora me barandin. Talankirin û dizîna mal û milkên me li Efrînê têra wan nekirin, hatin ên me li Şehbayê gihandiye jî dizîn."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî vekişîna hêzên rejîma berê ya Sûriyeyê, çeteyên “Ceyş El Wetenî” yên dewleta Tirk a dagirker li dijî kantona Efrîn û Şehbayê êriş pêk anî. Di encama wê de bi hezaran malbat hatin koçberkirin û felaketên mirovî qewimîn.

(mh/fr)