YRK şehadeta gerîlayekî ragihand

Fermandariya YRK‘ê ragihand ku di êrişa hêzên rejîma Îranê ya li Serdeştê de gerîla Dersim Behar (Puyan Kerîmî) şehîd bû.

YRK şehadeta gerîlayekî ragihand
13 mijdar, 2026   16:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî ku di êrişa rejîma Îranê de şehîd bûye, ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

 “Têkoşîna azadîxwaziya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di qonaxeke hesas re derbas dibe. Ev têkoşîn ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd, li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo û bi armanca gihîştina civakeke azad û demokratîk berfirehtir dibe. Bi taybetî piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, civaka Îranê bi giştî û Kurdistan bi taybetî, bi moral û hişmendiyeke zêdetir rol û bandora PJAK’ê wekî partiyeke nû li qada siyasî û civakî ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dibîne.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê di kûrahiya Rojhilatê Kurdistanê de çeper girtiye û vê yekê kiriye ku her tim ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve, di nava dilê Rojhilatê Kurdistanê de bibe hedefa êrişan. Di dema borî de ji çiyayên serkeş ên Şaho û Hewramanê heta daristanên Bane û Merîwanê, rejîm bi topbarankirina wan herêman êrişî hêzên me dike. Di bûyera dawî de, li Serdeştê careke din di navbera hêzên me û Pasdaran de şer û pevçûn qewimî.

Şeva çarşemê, 11’ê Mijdarê, komek heval ji bo pêkanîna erkên xwe li Serdeştê di navbera saet 9 heta 10’ê şevê de dikevin kemîna hêzên dijmin û ji aliyê Pasdaran ve êriş li ser wan tê kirin. Hêzên rejîmê bi çekên giran û dronan êrişî hevalên me dikin. Di wê pevçûnê de ku kêmtir ji saetekê dom dike, heval Dêrsim Behar birîndar dibe.

Hêzên kirêgirtî yên rejîmê (cehş) mil bi milê artêşa dagirker a Komara Îslamî ya Îranê beşdarî operasyonê dibin. Her wiha dijmin ji bo nêzîkbûn û êrişkirina li ser hevalên me dronan bi kar tîne. Bi dijwarbûna pevçûnê re, şer digihîje asta pevçûna rûbirû. Heval Dêrsim birîndar dibe û bi qehremanî heta fîşeka dawî li ber xwe dide û ji bo ku nekeve destê dijmin bi fîşeka dawî xwe şehîd dike.

Têkoşîna azadiya Kurdistanê bi xwîna şehîdan pêş ketiye û hesta berpirsyarî û berxwedanê di nava gelê Kurd de bihêztir kiriye. Wekî Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK), di çarçoveya parastina rewa û xweparastinê de, çawa ku di dema borî de li hember êrişên rejîma Îranê bêbersiv nemane û me tola şehîdên xwe hildaye, vê carê jî em soza xwe ya ji bo bersivdayîna şehîdbûna heval Dêrsim Behar dubare dikin û careke din peymana xwe ya ji bo berdewamkirina rêya şehîdan nû dikin.”

Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nasnav: Dêrsim Behar

Nav û paşnav: Puyan Kerîmî

Cih û dîroka dayîkbûnê: 1983-Birucêrd

Navê dayîkê: Helale

Navê bav: Emced

Cih û dîroka tevlîbûnê: 2015-Qendîl

Cih û dîroka şehadetê: 11’yê Mijdar 2026-Serdeşt