Şêniyên Qamişloyê daxwaza çareserkirina pirsgirêka avê dikin

Di demsala havînê de ava vexwarinê nagêhîje hemû malên taxa Cûdî ya Qamişloyê. Şênî çareseriyê dixwazin. Gerînendetiya Avê jî diyar dike divê şênî berpirsyar nêz bibin û avê xusar nekin.

Şêniyên Qamişloyê daxwaza çareserkirina pirsgirêka avê dikin
Şêniyên Qamişloyê daxwaza çareserkirina pirsgirêka avê dikin
Şêniyên Qamişloyê daxwaza çareserkirina pirsgirêka avê dikin
14 tîrmeh, 2026   05:40
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Demsala havînê pirsgirêka ava vexwarinê li bajarê Qamişloyê derdikeve û av têra şêniyan nake. Ava vexwarinê li hinek taxan heye lê nagêhîjê taxên dîtir. Taxên ku av digihêjiyê, geek erebe û kolanan pê tên şûştin. Her wiha di şebekeyên avê de pirsgirêk hene û ji bo xebatên lêkirina avahiyan ava vexwarinê bi kar tînin.

Şêniyên taxa Cûdî ji ajansa me re axivîn û got ev bûye 2 sal pirsgirêka wan a avê didome.

Terfa El Bedir got: “Ji sala borî de pirsgirêka me ya avê heye, em li Gerînendetiya Avê vegeriyan û ji bo demeke kurt pirsgirêka me ya ava vexwarinê çareser bû, lê niha dîsa av qut dibe. Pirsgirêk di şebekeyên avê yên taxê de hene û ava tankan biha bûye. Ava tankan berê me bi 5 bermîl bi 50 hezar lîre dikirîn, em niha bi 100 hezar lîreyî dikirin.”

Yasir Hisên Abdullah jî têkildarî pirsgirêka ava vexwarinê axivî û wiha got: “Ev 10 sal e ez li taxa Cûdî me. Di demsala havînê de her tim pirsgirêka me ya ava vexwarinê heye. Em niha 6 rojan carekê 5 bermîlên avê bi 100 hezar lîre dikirin.”

Emîna Berko Mihawî anî ziman ku av nagihêjê wan û wiha lê zêde kir: “Şebekeya avê heye lê em bê av in. Em nikarin bîran jî bikolin, ji ber ku kolandina bîran biha ye. Em gelek caran çûn Gerînendetiya Avê da ku pirsgirêka me ya avê çareser bikin lê heyanî niha pirsgirêk çareser nebûye.”

`EM Ê TAXA CÛDÎ BI ŞEBEKEYA AVÊ VE GIRÊ BIDIN`

Rêveberê Gerînendetiya Avê ya Qamişloyê Mehmûd Mehmûd têkildarî pirsgirêka got: “Sala borî ji ber baran nebarî û elektrîk gelekî qut dibû, ava vexwarinê nebû, lê îsal me tedbîr girtin. Bi alîkariya Şaredariya Qamişloyê me 20 bîrên nû kolandin, niha 12 ji wan ketine xizmetê. Em niha bi rêya stasyona Hilêliyê, Iwêca û Ceqceqê avê belav dikin. Em dixwazin av bigihêjê hemû taxên Qamişloyê. Piştî ku me bîrên nû xebitandin, rêjeya bilindbûna avê ji sedî 35 e.”

Mehmûd bang li şêniyan kir ku bi ava vexwarinê erebe û kolanan neşon û wiha pê de çû: “Li bajarê Qamişlo em rojane derdora 60 hezar metrekab avê bi kar tînin. Ev miqdarekî sînordar e û divê av neyê hedirkirin.”

(np)

ANHA