Şêniyan siyasetên erebkirinê red kirin: Navên bajarên me nasnameya me ne

Şêniyên bajarê Çilaxayê siyasetên erebkirinê yên li dijî gelê Kurd red kirin û da zanîn ku navên bajar û gundên resen ên kurdî temsîla bîra dîrokî û çandî ya xelkê herêmê dikin û dê heya dawiyê parastina wan bikin.

Şêniyan siyasetên erebkirinê red kirin: Navên bajarên me nasnameya me ne
14 tîrmeh, 2026   07:51
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên bajarê Çilaxayê nerazîbûn nîşanî siyasetên erebkirina navên gund û bajarên Kurdan da û diyar kir ku ev yek berdewama siyaseta rejîma Baasê ya li hemberî gelê Kurd e û girêdayî projeya "Kembera Erebî" ya guhertina demgorafiya herêmên Kurdan e.

Ednan Ehmed da zanîn ku gelê Kurd siyasetên erebkirinê ku bi dehan salan li dijî Kurdan hatine meşandin red dikin û got divê hikumeta demkî êdî ew navên ku rejîma Baasê li ser gund û bajaran ferz kirine, bi kar neyne.

Ednan Ehmed destnîşan kir ku navên bajarên Efrîn, Kobanê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê kurdî ne, di nava xwe de dîrok, çand û nasnameya neteweyekê dihewînin. Ehmed da zanîn ku hewldana guhertina van navan nêzîkatiyeke şaş li hemberî taybetmendî û hebûna gelê Kurd e.

Ednan Ehmed anî ziman ku parastina navên dîrokî yên bajar û gundan beşeke mezin a parastina nasnameya kurdî ye.

Zehredîn Hacî jî diyar kir ku navên bajar û gundên Kurdan ji dewleta Sûriyeyê ya heyî kevntir in û bi bîr xist ku navên erebî encama siyasetên erebkirinê  û projeya "Kembera Erebî" ye ku rejîma Baasê li dijî Kurdan pêk dianî.

Zehredîn Hacî bi bîr xist ku siyasetên di çarçoveya “Kembera Erebî” de bi armanca tunekirina nasnameya gelê resen û koçberkirina wan hatin kirin û bikaranîna heman navan êdî nayê qebûlkirin.

Zehredîn Hacî destnîşan kir ku şêniyên herêmê li pêşberî hemû pêkhateyên Sûriyeyê û pirrengiya çandî rêzdar in, lê ev nayê wateya ku ew ê dest ji navên dîrokî yên herêmên xwe berdin.  Her wiha anî ziman ku gelê herêmê di salên dawîn de ji bo rakirina kiryarên paşguhkirinê ji holê, berdêlên mezin dane. Zehredîn Hacî banga parastina navên bajar û gundan ên bi kurdî kir.

Nesrîn Ebdulezîz Hemdo jî da zanîn ku hewldanên tunekirina nasnameya gelê Kurd nayên qebûlkirin û got berdewama bikaranîna navên ku di çarçoveya projeya “Kembera Erebî” de hatine ferzkirin tê wateya domandina bandorên siyasetên rejîma Baasê.

Nesrînê destnîşan kir ku rêzdariya li hemberî taybetmendiyên herêmên Kurdan di çarçoveya ziman û çandê de sînordar nin e û ev li gotinên xwe zêde kir "Divê navên dîrokî yên bajar û gundan jî bên parastin ku beşeke ji mafê çandî yên gelê Kurd e."

Nesrîn Hemdo her wiha diyar kir ku divê bi rêzdariya li hemberî mîrateya dîrokî û çandî ya hemû pêkhateyan, destûrek an jî hikumeteke nû bê danîn û ev peyam da: "Gelê herêmê dê heta dawiyê parastina navên bajar û gundên xwe bike."

(sb)

ANHA