Şêniyên Hesekê ji ber bihabûnê gazincan dikin

Bazirgan û şêniyên li bajarê Hesekê ji ber bilindbûna buhayên madeyên xwarinê û kêmbûna tevgera bazirganiyê gazincan dikin û destnîşan dikin ku pirsgirêka heyî girêdayî lêçûna sotemeniyê, veguhastin, kêmbûna pereyan û derengmayîn serfkirina fatureyên genim e.

Şêniyên Hesekê ji ber bihabûnê gazincan dikin
Şêniyên Hesekê ji ber bihabûnê gazincan dikin
Şêniyên Hesekê ji ber bihabûnê gazincan dikin
Şêniyên Hesekê ji ber bihabûnê gazincan dikin
Şêniyên Hesekê ji ber bihabûnê gazincan dikin
Şêniyên Hesekê ji ber bihabûnê gazincan dikin
Şêniyên Hesekê ji ber bihabûnê gazincan dikin
Şêniyên Hesekê ji ber bihabûnê gazincan dikin
Şêniyên Hesekê ji ber bihabûnê gazincan dikin
Şêniyên Hesekê ji ber bihabûnê gazincan dikin
Şêniyên Hesekê ji ber bihabûnê gazincan dikin
Şêniyên Hesekê ji ber bihabûnê gazincan dikin
Şêniyên Hesekê ji ber bihabûnê gazincan dikin
21 cotmeh, 2026   05:55
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Li sûka Parêzgeha Hesekê buhayên madeyên xwarinê bi rêjeya ji sedî 15-20 li beramberî kêmbûna nirxê lîreyê Sûriyeyê ya bi rêjeya ji sedî 7.4 bilind bûye, li sûkan şênî nikarin pêdiviyên xwe bikirin û tevgera bazirganiyê kêm bûye, şênî ji ber bilindbûna buhayên sotemeniyê û veguhestinê, nebûna pereyan û derengmayîna dayîna fatoreyên cotkaran gazincan dikin.

Bazirgan û şênî diyar dikin ku ji ber bilindbûna lêçûna tevgera bazirganiyê û bikaranîna pereyên kevn û nû bi hev re, ev pirsgirêk derdikeve.

MADEYÊN ESASÎ BIHA NE

Şêniyê bi navê Mehmûd Ibêd ji ajansa me re diyar kir ku her tişt di jiyana rojane de biha bûye, ya destpêkê nan ku bi rêya komînan ve tê kirîn bûye 5 hezar lîreyên Sûriyeyê, li derveyî firinê bûye 8 hezar lîreyan, beriya 4 mehan bi 3 hezar û 500 lîreyî ye.

Mehmûd Ibêd got: “Me lîtreyek zeyt bi 15 hezar lîreyî dikirî, niha bûye 30 hezar lîreyan.”

Mehmûd Ibêd da zanîn ku bêyî hebûna pereyan derxistina pereyên nû hişt ku pirsgirêka kirîn û firotinê derkeve, benzîn li her deverekê bi buhayeke cuda ye, divê di qonaxa heyî de, pereyên kevn û yên nû jî bên bikaranîn.

Ibêd destnîşan kir ku pereyên şêniyan têra pêdiviyên wan ê rojane nake, beşek ji ajokaran ji ber pereyên ku ji xebatên xwe digirin têra wan dabînkirina bikaranîna seyareyên wan nake, karê xwe rawestandine.

Li sûkê buhayê serfkirina dolar li beramberî lîreya Sûriyeyê 139.75 lîreya nû (kirîn) û 140.50 lîreya nû (firotin) ye, bi pereyên kevn kirîn 13,975 û bi pereyên kevn firotin jî 14,050 e.

SOTEMENIYÊ LÊÇÛNA TEVGERA VEGUHASTINÊ BIHA KIRIYE

Bazirganê bi navê Salih Heval da zanîn ku bilindbûna buhayên sotemeniyê bi awayeke yekser bandor Ii buhayên madeyên xwarinê kiriye, ji ber bilindbûna kirêya veguhestinê ya ji Şamê ber bi herêmê ve, dolar an dolareke û nîv hatiye ser buhayê her beşeke ji madeyan.

Salih Heval diyar kir ku kargeha û bazirganên berhem didin sûkan piştî sererastkirina buhayên sotemeniyê buhayên berhemên xwe jî zêde kirin, kirêya her empêreke kehrebeyê ji 15 dolaran bû 25 dolarî, ev yek hişt ku kirêya karkeran jî li gorî rewşa heyî bê zêdekirin.

Heval destnîşan kir ku tevgera kirînê li gorî berê vegeryaye nêvî, kesê ku berê bi mîlyonekê pêdiviyên xwe dikirîn, îro bi kêmî 500 hezar lîreyan dikire.

Heval da zanîn ku buhaya madeyên li sûkan li gorî dema kirîna wan ji bazirganan tê tesbîtkirin, hinek made hene depokirî ne wekî buhayên xwe yên di dema depokirinê de tê firotin.

Salih Heval diyar kir ku buhayê kîloyek şekir ji 9 hezar û 500 bûye 11 hezar lîreyan, kîloyek birinc ji 12 bûye 13 hezar lîreyan, divê buhayên sotemeniyê bên kêmkirin.

Li gorî lîsteya fermî ya komîteya buhayên sotemeniyê ya 13`ê Îlonê bi vî awayî ye:

Lîtreyek benzîna oktan (95): 195 lîre

Lîtreyek benzîna oktan (90): 185 lîre

Cereya xaza malê: hezar û 600 lîre

Xaza sînayî: 2 hezar û 570- 2 hezar û 560 lîreyan.

Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê buhayê mazotê li ser 3 beşan aşkere kir:

Lîtreyek mazota germkirin û sektora çandiniyê: 115 lîre

Lîtreyek mazota sektora xizmetguzarî û berhemdayînê: 150 lîre

Lîtreyek mazota herî baş: 175 lîre

DERENGMAYÎN DAYÎN FATOREYÊN GENIM BAR GIRANTIR DIKE

Bazirgan Cemal Remedan da zanîn ku şênî di zehmetiyên jiyanî re derbas dibin, buhayê madeyên xwarinê jî girêdayî dolar in, derengmayîn serifkirina fatoreyên cotkaran hiştiye ku ev zehmetî kûrtir bibin, hîn dema hatiye diyarkirin ji bo serifkirinê (dawiya Cotmehê) nehatiye, li aliyeke din mûçeyên karmendan jî kêm in.

Cemal Remedan diyar kir ku tevgera bazirganiyê li gel wî ji sedî 30 kêm bûye, ev yek hiştiye ku hinek kesên ku dikan kirê kiribûn, ji ber gihîştina kirêya mehane ya dikanan 300 dolaran, dikanên xwe bigirin.

Remedan destnîşan kir ku sûka bazirganî ya li bajarê Hesekê wekî sûkeke hurt ê dîtin, ji ber vê yekê çavdêriya temwînê li ser tune ye.

(sb)

ANHA