Fikir bû têgihiştin û di civakê de jiyanî bû

Ramana ku Rêber Abdullah Ocalan pêşengiya wê dike, bi têkoşîna 52 salan civaka Kurd gihand asta ku sînorên hatine xêzkirin ji hişê xwe biavêje, karibe xwe bi rê ve bibe û di têkoşîna azadî û demokrasiyê de ji bo civakên din bibe mînak.

Fikir bû têgihiştin û di civakê de jiyanî bû
Fikir bû têgihiştin û di civakê de jiyanî bû
Fikir bû têgihiştin û di civakê de jiyanî bû
Fikir bû têgihiştin û di civakê de jiyanî bû
Fikir bû têgihiştin û di civakê de jiyanî bû
Fikir bû têgihiştin û di civakê de jiyanî bû
Fikir bû têgihiştin û di civakê de jiyanî bû
Fikir bû têgihiştin û di civakê de jiyanî bû
Fikir bû têgihiştin û di civakê de jiyanî bû
Fikir bû têgihiştin û di civakê de jiyanî bû
1 kanûn, 2025   02:35
NAVENDA NUÇEYAN
ROGER ROJIYAN- BERÎTAN ÎRLAN

Têkoşîna PKK’ê ya bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan, li ser sosyolojiya civaka Kurd guhertineke bingehîn pêk anî. Civaka ku li ser fikra azadî, wekhevî û demokrasiyê bû xwedî hişmendiyek afirîner, ev têgihiştina xwe veguherand rêxistin, komale, partî û sazumaniyên cûr bi cûr. Bi vê yekê hêza herî xurt a ji xwe bawerbûnê ya di dîroka xwe de derxist holê. 

PKK’ê li ser bingeha hêza felsefî û zanyariyê hîmê têkoşîna danî ser rêxistinbûn û sazîbûna gel. Xebata ku salên destpêkê weke propagandaya devkî û xebata nava gel hatiye destpêkirin, ji sala 1985’an ve weke sazûmanî mezin bû, şax vedan.

21’ê Adara 1985’an Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) hate damezrandin. ERNK’ê di nava civakê, li bajar û metropolan girse anîn gel hev, perwerde, rêxistin û çalak kirin. Di vê çarçoveyê de li çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê gavên mezin hatin avêtin, sazî û dezgehên nû hatin avakirin.

Heta salên 2000’an xebatên girseyî bi vî navî hatin domandin. Bi guhertina paradîgmayê re di Kongreya Awarte ya 7’an a PKK’ê de (23 Çileya 2000’an) de, şeklê rêxistinbûnê jî hat guhertin û navê ERNK’ê weke Yekîneyên Girseyî yên Demokratîk hat guhertin.

Di navbera 27’ê Cotmeh – 6’ê Mijdara 2003’yan de, li ser perspektîfa Rêber Abdullah Ocalan Kongreya Gel hat avakirin. Kongra Gel weke sîwaneya ku tevayî sazî û rêxistinan digire nava xwe hat rêxistinkirin.

Xebatên ku li ser hîmê Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê hatin meşandin, bi gewde bû, veguherî pergala xwerêvebirinê. Konfederalîzma Demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan pênaseya wê kir bû navê vê xwerêvebirinê. Şeklê wê yê Kurdistanê jî weke KCK hat binavkirin û 21’ê Adara 2005’an, di Newroza Amedê de bi xwendina danezana Rêber Apo re hat îlankirin.

Bi vê pêşketinê re li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, danahevên bi dehan salan veguherîn pergalên xwerêvebirinê.

BAKURÊ KURDISTAN Û MÎNAKA YEKEM A XWERÊVEBIRINÊ

Li Bakurê Kurdistanê encama yekemîn a têgihiştina xwerêvebirinê cara yekem 6’ê Gulana 1979’an, di hilbijartina navçeya Hîlwan a Rihayê de xwe nîşan da. Li gel bidestxistina rêveberiya şaredariyê, di dîroka tevgerê de mînaka yekem a komînên gel, hevserokatî û rêveberiya gel li vê derê pêk hat.

Di kesayeta Dûrê Kaya (Dayîka Dûrê) de, bi mînaka yekem a hevserokatiyê re gel beşdarî rêveberiyê bû. Lê dewletê tehemûla vê yekê nekir û Nîsana 1980’an dest danî ser şaredariyê. Bi gotinek din qayûmên yekem wê demê hatin danîn.

Di hilbijartinên heman salê (1979) yên şaredariyan de, Şaredariya Êlihê (Batman) jî hat qezençkirin, lê 27 roj piştî hilbijartinan Şaredar Edîp Solmaz ji aliyê hêzên dewletê ve bi suîkastê hat qetilkirin.

PÊLA SERHILDANÊ

Bi mezinbûna têkoşînê re xebatên girseyî jî li tevahiya bajar û bajarok belav bûn. Li beranberî vê pêla girseyî êrişên dewletê yên qirkirinê jî zêdetir bûn. Dewletê li dijî her çalekiyekê komkujî pêk anîn. 18’ê Tirmeha 1989’an li gundê Anîtos (Yoncali) yê Colemêrgê 4 kes, 17’ê Îlonê (1989) li gundê Girê Çolya ya girêdayî Silopyayê 6 kes, 10’ê Hezîranê (1989) gundê Gêrê yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê 27 kes û li gundê Satê yê girêdayî Geverê jî 28 kes hatin qetilkirin. Li dijî qetilkirina gundiyên ji Gêrê hezaran kes daketin qadan û komkujî şermezar kirin.

13’yê Adara 1990’î li Stewr a Mêrdînê di encama pevçûneke navbera artêşa Tirk û gerîllayên PKK’ê de 13 gerîlla şehîd bûn. 20’ê Adarê di merasîma yek ji van gerîllayan Şehîd Mesut Dundar de, gel rabû serhildanê. Roja piştê wê jî şêniyên Cizîra Botan serî hilda. Di van serhildanan de gelek welatparêz ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Ev bû destpêka pêla serhildana gel ku dê li tevahî Kurdistanê belav bibe.  

Li beranberî mezinbûna hêza gel dewletê li gel êrişên dijwar qanûnên xwe jî guhertin û zemîna rewakirina van êrişan çê kir. Nîsana 1991’an hikumetê “Zagona Antî Terorê” derxist û bi hezaran kes weke “terorîst” pênase kirin û di êşkence, qirkirinê re derbas kirin, bi dehhezaran kes hatin girtin. Di çarçoveya heman zagonê de rêxistinên derqanûnî yên weke JİTEM’ê (Îstixbarata Cendirmeyan û Têkoşîna bi Terorê re) hatin avakirin. Van rêxistinên ku dewletê tu caran bi awayek fermî hebûna wan qebûl nekirin, li Kurdistanê hemû sûcên mirovahiyê pêk anîn.

7’ê Tirmeha 1991’an Serokê HEP’ê yê bajarê Amedê Vedat Aydin ji aliyê JİTEM’ê ve hate revandin û qetilkirin. Her wiha li Nisêbîn, Mîdyat, Qoser, Ferqîn, Cizîr, Êlih, Wan, Colemêrg, Amed, Şirnex, Bedlîs û gelek bajarên din komkujî hatin pêkanîn, bi hezaran mirovên ku hîn jî çarenûsa wan nayên zanîn hatin revandin, gund hatin şewitandin û rûxandin.

DENGVEDANA LI QADA NAVNETEWÎ

Li hemberî van kiryaran hêrsa gel hîn zêdetir bû. 10’ê Tirmeha 1991’an li Amedê deh hezaran kes tevlî merasîma cenazeyê Vedat Aydin bûn û merasim veguherî serhildanê. Di serhildanê de gelek kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.

21’ê Adara 1992’yan jina têkoşer Rahşan Demîrel li bajarê Îzmir ê Tirkiyeyê bi armanca şermezarkirina êrişên dewletê di roja Newrozê de ku ji bo Kurdan roja berxwedanê ye, bedena xwe da ber agir. Vê çalakiyê di nava Kurdên li metrepolan de pêla serhildanê berfirehtir kir.

Newroza 1992’yan jî di serî de Cizîr, li gelek bajaran veguherî serhildanê. Li hemberî serhildanên ku cara yekem di qada navnetewî de deng vedan û bûn rojeva siyasetê, hêzên dewletê gelek êriş pêk anîn û bi sedan kes qetil kirin.

HÊZA BERXWEDANÊ Û GAVÊN XWERÊVEBIRINÊ

Cotmeha 1993’an 14 şaredarên Kurd ku ji partiyên cuda hatibûn hilbijartin, bi daxuyaniyekî beşdarî Partiya Demokrasiyê (DEP) bûn. Di demeke kurt de piraniya van şaredaran ji erk hatin girtin an jî ew şandin girtîgehê.

Di navbera salên 1990-1994’an de, dewleta Tirk li herêmên Botan, Mêrdîn, Sêrt û Êlihê zêdetirî 3 hezar gundên Kurdan şewitandin û ji nexşeyê rakirin. Di encamê de zêdetirî 4 milyon kesan berê xwe dan metrepolên Tirkiye, Ewropa û Başûrê Kurdistanê.

Nêzî 20 hezar kesê ku zilma dewletê qebûl nekirin, sînor derbas kirin û çûn Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirk li wir jî belaya xwe ji van venekir û bi alîkariya PDK’ê êrişên cûr bi cûr pêk anîn û hewl dan kombûna wan belav bikin. Lê girseya ku hişmendiyek qezenç kiribû, 7 wargeh guherîn û herî dawî di Tebaxa 1998’an de li herêma Mexmûrê ya li nêzî Hewlêrê bicih bûn. Li vê derê ji tunebûnê pergalek jiyan û xwerêvebirinê ava kirin. Pergala şaredarî, meclîs, perwerde, parastinê li vir hat jiyanîkirin.

SEKNA LI DIJÎ KOMPLOYÊ Û VÎNA GEL

9’ê Cotmeha 1998’an li hemberî Rêber Abdullah Ocalan Komploya Navnetewî hate destpêkirin. Rêber Apo piştî 4 mehên di navbera Yewnanîstan, Îtalya, Rûsya û Kenyayê de, 15’ê Sibata 1999’an radestî Tirkiyeyê hat kirin. Li dijî komployê Kurd û dostên wan ji 7 heta 70’ê salî rabûn ser piyan. Çalakiyên ku bi dirûşmeya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” dest pê kirin, cara yekemîn tevahiya Kurdistanê girt nava xwe û li gelek welatên cîhanê jî belav bûn. 63 şoreşger û welatparêzan bedena xwe dan ber agir û şehîd bûn. Vîna ku derketiye holê, li aliyekî hêza felsefeya Rêber Apo nîşan da, li aliyê din hêzên komploger ên li benda parçebûna tevgerê bûn matmayî hişt. Berevajî serhildanên din ên Kurdan, cara yekem li hemberî êrişeke li ser rêberê xwe gel yekîtî û hêza xwe mezin kir.

Hêza gel di hilbijartinên şaredariyan ên Nîsana 1999’an de, bi awayekî zelal xwe nîşan da. Partiya wê demê Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) şaredariyên bajarên Amed, Wan, Çewlîk, Agirî, Colemêrg û Sêrt jî di nav de 34 şaredarî bi dest xist.  

PÊŞHILBIJARTINÊN YEKEM, SÎWANEYA SAZIYÊN GEL

Di hilbijartinên şaredariyan ên Adara 2004’an de, Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) ku weke vîna gelê Kurd hat dîtin, bi Partiya Gelparêz a Sosyal Demokrat (SHP) re tifaq çê kir. Di van hilbijartinan de 57 şaredarî hatin bidestxistin. DEHAP’ê di vê hilbijartinê de namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar kirin.

24’ê Adara 2006’an artêşa Tirk li herêma Xanikê (Şenyayla) ya Mûşê bi çekên kîmyewî 14 gerîllayên HPG’ê şehîd xistin. Li hemberî vê komkujiyê hêrsa gel veguherî serhildanê. Di merasîma 6 gerîllayên HPG’ê ku 27’ê Adara 2006’an li Amedê pêk hat de, kuçe û kolanên bajar bûn cihê hêrsa gel. Serhildan piştre li bajarên Mêrdîn, Êlih û gelek deverên din belav bûn û nêzî heftiyekî dom kir. Serokwezîrê wê demê yê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan xwe li serhildanê ranegirt û bi gotinên “Jin be jî, zarok be jî tişta pêwîst wê bê kirin” fermana komkujiyan da. Di êrişên hêzên dewletê de zarok û jin jî di nav de 14 kes hatin qetilkirin.

Li aliyekî berxwedan dom kir, li aliyê din jî gel rêxistinbûna xwe mezin kir. Di vê çarçoveyê de tevahiya sazî, rêxistin û partiyên Kurdistanê 30’ê Cotmeha 2007’an li Amedê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) weke rêxistina sîwaneyê îlan kir.

15’ê Cotmeha 2011’an jî bi armanca yekîtiya têkoşîna gelan li paytexta Tirkiye Enqereyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hat avakirin. Di bin sîwaneya HDK’ê de gelek partî, rêxistin, sendîka, komeleyên ji gelên Kurd û Tirk hatin gel hev.

Di hilbijartina şaredariyan a 2009’an de vê carê gel di bin navê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de vîna xwe nîşan da. DTP’ê di hilbijartinan de 99 şaredarî bi dest xistin. Li hemberî vê serkeftinê desthilata AKP’ê di bin navê “Operasyonên KCK’ê” de, dest bi girtina siyasetmedaran û desteserkirina şaredariyan kir. Lê hêza gel her ku çû zêdetir bû. Di hilbijartinên şaredariyan ên 2014’an de gel 101, hilbijartinên 2019’an 64 û yên 2024’an de jî 75 şaredarî bi dest xistin. Lê êrişên dijî şaredariyan jî berdewam kirin.

PIŞTGIRIYA ROJAVA

Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser bajarê Kobanê, bi armanca şermezarkirina piştgiriya dewleta Tirk a ji bo DAIŞ’ê, gelê Bakurê Kurdistanê 6-8’ê Cotmeh 2014’an, li seranserê Bakur serhildaneke meşand. Di vê serhildanê de 47 welatparêz ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Vê serhildanê li hemû cihanê de deng veda û bandoreke mezin ava kir.

EWROPA

Şiyarbûna li Kurdistanê di nava gelê Kurd ê ku koçî welatên Ewropayê kiriye jî belav bû. Bi taybet di nava girseya ku ji ber zilma dewletê koçî Ewropayê kiribû de, xebatên perwerde, huner, mûzîk, ragihandin, ziman, jin û siyasetê hatin meşandin, sazîbûneke mezin hate avakirin.

Li Elmanyayê Federasyona Komeleyên Kurd (YEK-KOM), li Fransayê Federasyona Komên Kurd ya li Fransa (FEYKA-Kurdistan), li Holanda Federasyona Komelên Kurd li Holanda (FED-KOM), li Swisreyê Federasyona Komaleyên Kurdîstan li Swîsre (FEKAR Kurdistan), li Danîmarkayê Federasyona Yekitiyên Kurd (FEY-KURD), li Swêdê Konseya Kurdan, li Belçîkayê Federasyona Komelên Kurd (FEK-BEL), li Ewusturyayê Federasyona Komelên Kurd, li Awusturya (KOM-AW) û li Îngîltereyê Navenda Civaka Kurd li Londonê (KCC) weke federesyonên saziyan hatin avakirin. Van federasyonan jî 1’ê Cotmeha 1993’an, di bin sîwaneya KON-KURD de yekîtiya xwe ava kir. Piştî ku di salên 2000’an de Paradîgmaya Civka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jin hat esasgirtin, 2013’an KON-KURD’ê xwe fesih kir, li cihê wê KCD-E (Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa) hate avakirin.

12’ê Nîsana 1995’an li bajarê Den Haag a Hollandayê Parlementoya Kurdistanê ya Derveyî Welat – PKDW hate avakirin. Parlaneto piştre weke KNK hat mezinkirin.

Saziyên ku hatin avakirin bi çalakî û bernameyên siyasî, çandî, civakî hem bal kişandin ser rewşa Kurdistanê, hem jî nasname, çand û zimanê xwe parastin. 1’ê Tebaxa 1992’an li bajarê Bochûm ê Elmanyayê Yekemîn Festîvala Çandê ya Kurdistanê hat li darxistin û sedhezaran kes beşdar bûn. Xebatên bi vî awayî yên girseyî piştre li tevahiya Ewropayê belav bûn. Bi çalakiyên li hemberî êriş û zordariyan jî bala dewlet û raya giştî ya cîhanê hat kişandin. Çalakiya herî mezin jî sala 1998’an li hemberî Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat lidarxistin. Dema Rêber Apo çû Romayê bi dehhezaran Kurdan û dostên wan bi şev û roj kolan neterikandin.

ROJAVA

Rojavayê Kurdistanê yek ji herêmên ku ji salên 1980’an ve li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe rêxistin kiriye. Rêber Abdullah Ocalan 20 salan li vê herêmê gel perwerde kir. Hişmendiya ku bi vê perwerdeyê hat avakirin, Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an ku îro bûye rojeva tevahiya cîhanê derxist holê.

Berfirehiya geşedanên li vê erdnîgariyê dê di beşa Rojava de were vegotin.

ROJHILAT

Fikra PKK’ê ji salên 1980’yê ve bandor çêkiriye û belav bûye. Dewleta Îranê rê nedaye ku sazî û rêxistin werin avakirin, lê di nava gel de fikra azadî, berxwedan û wekheviyê weke sazûmaniyekî jiyanî bûye. Nexasim bi hezaran keç û xortên vî parçeyî cihê xwe di nava refên têkoşînê de girtine. Hişmendiya derketiye holê li ser siyaseta Îranê jî bandor çêkiriye, di hilbijartinan de ev yek nîşan daye (weke boykotkirin).

Li Îranê jî Newroz weke cejna fermî hatiye qebûlkirin, lê ev cejin weke roja berxwedan û îradeyê tê zanîn. Lewma bi têkoşîna azadiyê re Kurdên Rojhilat jî di Newrozan de, ev vîna xwe nîşan daye.

Li hemberî siyaseta darvekirinê ya rejîma Îranê çalakiyên girseyî yên herî xurt hatin lidarxistin û kampanyayên di asta navnetewî de hatin meşandin. Çalakiyên li hemberî darvekirina têkoşerên Kurd Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger û girtiyên din ev rastî nîşan da. Dîsa li hemberî biryarên darvekirinê yên derbarê Zeyneb Celaliyan û gelek girtiyên din de çalakî û kampanyayên xurt ên di asta navnetewî de hatin meşandin.  

Gelê Rojhilat di encama têkoşîna bi dehan salan de 4’ê Nîsana 2004’an Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), sala 2014’an jî Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ava kir.

BAŞÛR

Li Başûrê Kurdistanê jî fikra PKK’ê ji salên 1980’an ve bandor çêkiriye. Lê siyaseta hêzên desthilat ên herêmê dimeşînin destur nedaye ku girseyên gel sazumaniyên xwe ava bikin. Yên hatine avakirin jî bi êriş û zordariyê re rû bi rû mane. Di salên 1990’an de li Hewlêrê saziyên çand û huner, ragihandin, tenduristî, komele hatin avakirin. Lê di sala 1997’an de hêzên PDK’ê êrişî van saziyan kirin û komkujî pêk anî. Tevî êriş û astengiyan jî xelkê herêmê têkoşîna xwe bi rengên cuda domandin. 

Li gel partiyên siyasî, komele û saziyên civakî li bajarên weke Silêmanî, Kerkuk hatin vekirin. 

Li Şengalê jî, piştî berxwedana dîrokî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê (2014-2015), civaka Êzidî ji parastin, heta perwerde, çand, ziman, saziyên xwe rêveberinê gelek rêxistinbûn pêk anîn. Wekî sîwaneya van saziyan hemuyan jî Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) hat avakirin. Civaka Şengalê niha bi 13 meclîsan bi awayekî xweser xwe birê ve dibe.

(a)

ANHA