Ji rejîma Baasê heta Rêveberiya Xweser veguherîna werzîşê

Bi avabûna dewleta Sûriyeyê re înkarkirina Kurdan dest pê kir. Bi rejîma Baasê jî înkar û bişaftina Kurdan gîhaşt lûtkeya jor. Lê bi îlana Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re Kurdan wekî hemû qadan, werzîşa xweser jî ava kir.

Ji rejîma Baasê heta Rêveberiya Xweser veguherîna werzîşê
21 tîrmeh, 2026   02:50
NAVENDA NÛÇEYAN
DOGAN CİHAN

Werzîş ji bo civakan ne tenê qadeke pêşbirkê ye, ew di heman demê de beşeke girîng a nasnameya çandî, hevgirtina civakî û pêşketina ciwanan e. Lê di dema rejîma Baasê ya Sûriyeyê de werzîş (spor) êdî wek çalakiyeke civakî nema û bû yek ji qadên kontrola siyasî.

Bi taybetî jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku Kurd lê dijîn, qada werzîşê bi salan li gorî polîtîkayên bişaftin û ewlehiyê yên rejîma Baasê hate sazkirin. Werzîşvan û klûbên werzîşê yên Kurdan rastî cudakariya pergalî hatin û pêşveçûna werzîşê bi zanebûn hate astengkirin.

Hesekê yek ji bajarên herî girîng ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, bi salan ji aliyê polîtîkayên werzîşê yên navendî yên rejîma Baasê ve hate birêvebirin. Tevî ku gelek werzîşvanên serkeftî di futbol, ​​atletîzm, gulaş û werzîşên lêkdanê de derxistine jî, klûbên li herêmê demeke dirêj di bin siya navendîbûna îdarî, veberhênana sînordarkirî û polîtîkayên ewlehiyê de xebitîne. Bi 19’ê Tîrmehê şoreşa Rojava re serdemeke nû di rewş û hebûna werzîşê de li herêmê dest pê kir.

DI SERDEMA BAASÊ DE NAVENDA WERZÎŞÊ DI BIN KONTROLÊ DE BÛ

Di sala 1961’yan de bi hatina Partiya Baasê ser desthilatê re, werzîş jî bû beşeke saziyên dewletê yên navendî. Her çi qas klûbên werzîşê bi Federasyona Giştî ya Werzîşê ve girêdayî bûn jî, biryarên der barê rêveberiya klûban, budçe û rêxistina lîgê de bi piranî li Şamê dihatin dayîn. Ev rewş, şiyana klûbên herêmî ku li gorî pêwîstiya xwe tev bigere, gelekî sînordar dikir.

Feraseta werzîşê ya rejîma Baasê, ji piştgirîdayîna pêşxistina civakî û jêhatîbûna ciwanan zêdetir li ser kontrola siyasî bû. Destûr nehat dayîn ku klûbên werzîşê yên bi nasnameyên kurdî werin damezirandin. Yaneyên bi navên kurdî hatin qedexekirin an jî neçar man ku navên xwe biguherînin. Hilbijartina werzîşvanên Kurd ji bo tîmên neteweyî, ne serkeftinên wan, girêdanên siyasî, nirxandinên ewlehiyê û têkiliyên bi dewletê re bûn faktorên diyarker.

Gelek werzîşvanên Kurd ji ber nebûna wan a nasnameyê ruxmî serkeftin û jêhatîbûna xwe jî ji lîstina di tîmên neteweyî yên Sûriyeyê de bê par hatin hêştin. Gelek werzîşvanên ji pêkhateyan dema ku werzîşvan peyda nedibûn, dihatin nirxandin.

Polîtîkayên rejîma Baasê rasterast bandor li binesaziya werzîşê dikir. Ji ber kêmasiya veberhênanê di tesîsên werzîşê de û paşguhkirina salonên werzîşê û qadan, gelek şaxên werzîşê, nemaze li herêma Cizîrê, derfeta pêşketinê nedîtiye. Ev rewş bûye sedem ku ciwan ji werzîşê bê hêvî bin û jê dûr bikevin.

DÛRXISTINA DÎROKÎ YA WERZÎŞVANÊN KURD

Tê gotin ku cudakariya ku werzîşvanên Kurd pê re rû bi rû dimîne, ne tenê bi salên şer ve sînordar e, lê encama polîtîkayên navendî yên ku ji damezirandina dewleta Sûriyeyê ve hatine bicihkirin e.

Li gorî zanyariyên Daîreya Ciwanan û Werzîşê bi me re parve kirin, di wê serdemê de;

* Werzîşvanên Kurd bi awayekî pergalî hatin dûrxistin.

* Ew di warê werzîşê de ji mafên bingehîn bê par man.

* Ew gelek caran ji hilbijartina ji bo tîmên neteweyî hatin astengkirin.

* Li gorî jêhatîbûn û serkeftina werzîşê, girêdana siyasî û nirxandinên ewlehiyê derketin pêş.

* Destûr nehat dayîn ku klûbên ku bi nasnameya kurdî dixebitin, werin avakirin.

KLÛBÊN KEVN BI DERFETÊN KÊM LI SER LINGAN MAN

Tevî derfetên wan ên kêm jî klûbên mîna Cîhad, Cezîre, Xabûr û yên din ji bo futbola Sûriyeyê û di beşên dîtir ên werzîşê de werzîşvanên serkeftî derxistine.

WERZÎŞ DI BIN SIYA POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ DE BÛ

Çalakiyên werzîşî yên li Rojava hatin lidarxistin tenê wekî çalakiyên werzîşî dihatin hesibandin. Bi taybetî pêşbirkên mezin di bin çavdêriya nêzîk a dezgehên ewlehiyê de hatin lidarxistin.

Di dema lîstokên fermî yên werzîşê de li stadyûman sînordarkirinên li ser karanîna zimanê Kurdî, qedexekirina nîşandana al û sembolên ku nasnameya Kurdî nîşan didin û tedbîrên ewlehiyê yên tund ji hêla gelek werzîşvanan ve wekî pratîkên diyarker ên wê serdemê derdikevin pêş.

2004 QAMIŞLO; DI DÎROKA WERZÎŞÊ DE XALEKE ESASÎ

Di Adara 2004’an de li Qamişloyê di lîstika tîma Cîhad (tîma Qamişloyê) û tîma Fitwe (tîma Dêrazorê) ji ber aligirên tîma Fitwe bi dirûşmên faşîst êrişî aligirên Cîhad kir û piştî wî hêzên rejîma Baasê gule ketober li alîgirên Cîhad reşandin û di encamê de li stadyûmê herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest da. 

Piştî maçeke futbolê rewşa ku derket holê nîşan da ku di wê serdema Sûriyeyê de werzîş çawa di siya ewlehî û siyaseta rejîma Baasê de bû.

Piştî maçê di demeke kurt de protestoyên girseyî û pevçûn derketin. Di encamê de di stadyûman de tedbîrên ewlehiyê hatin tundkirin û salên dirêj çalakiyên werzîşê di bin zexta ewlehiyê de pêk hatin.

BI RÊVEBERIYA XWESER RE MODELA WERZÎŞA HERÊMÎ BI PÊŞ KET

Şerê navxweyî yê ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kir, wekî ku hemû qadan, bandoreke neyînî li qada werzîşê jî kir. Gelek lîg hatin rawestandin, tesîsên werzîşê zirar dît û gelek werzîşvan û rahêner neçar man ku herêmê biterikînin.

Wekî yek ji gavên pêşîn di vê serdemê de, Yekitiya Werzîşvanên Kurd ên Sûriyeyê hate damezirandin. Piştî wê bi damezirandina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di warê werzîşê de pêvajoya sazûmankirinê dest pê kir. Saziyên ciwanan û werzîşê hatin damezrandin, pêvajoyên biryar girtinê gûherî û biryar li herêmê werin girtin hat sepandin û klûban dest bi ji nû ve birêxistinkirinê kir.

Di vê pêvajoyê de, lîgên herêmî ji nû ve hatin rêxistinkirin, gelek stadyum û salonên werzîşê hatin nûjenkirin, turnuvayên binesaziyê hatin destpêkirin û klûbên ku demek dirêj bêçalak bûn vegeriyan jiyana werzîşê.

Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê, werzîş ne tenê wekî qadeke pêşbirkê wekî qadeke girîng ji bo dûrxistina ciwanan ji şert û mercên şer, xurtkirina hevgirtina civakî û piştgiriya nifşên pêşerojê tê dîtin.

NÛNERTIYA JINAN DI WERZÎŞÊ DE XURT BÛYE

Yek ji pêşketinên herî berbiçav ên serdema piştî 19’ê Tîrmehê berfirehbûna werzîşên jinan bû.

Tîmên futbol, ​​basketbol û voleybolê yên jinan hatin damezirandin û ji bo jinan tûrnuva hatin lidarxistin. Beşdariya jinên ciwan di werzîşên takekesî yên wekî karate, tekwando, judo, atletîzm û satrancê de jî pir zêde bû.

Her wiha, rahêner, hakem û rêveberên werzîşê yên jin di rêxistinên werzîşê de bêtir erk girt û derketin pêş.

WERZÎŞ BÛ QADA PÊŞKETINA CIWANAN

Li gorî diyar kirina Desteya Ciwan û Werzîşê, saziyên werzîşê yên Rêveberiya Xweser, yek ji armancên xwe yên sereke zêdekirina beşdariya ciwanan di werzîşê de ji xwe re wek xalekî esasî dibîne. Di vê çarçoveyê de li dibistanan tûrnûva, bi çalakiyên werzîşê yên havînê û organîzasyonên binesazî ve di her qada jiyanê de ji bo ciwanên nû berê xwe bide werzîşê kar û xebatên werzîşî hat pêşxistin. Armaç ew e ku ji ciwanan, werzîşvanên nû bigihînin.

Deste di heman demê de armanca turnuvayên ku tîmên ji pêkhateyên cuda tê de cih digirin jî di bin navê xurtkirina hevgirtina civakî de bi peş dixe.

Tevî hemû zehmetiyên aborî û avanîsaziyê jî werzîş li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn jî qadeke girîng e.