Parêzer Ala Hisên: Derengxistina civînên parlamentoyê tevliheviyê zêdetir dike

Parêzer Ala Hisên sedemên derengxistina civînên parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) vegotin û anî ziman derengxistina rûniştinên parlamentoyê hişt ku rewşa paşguhkirin û tevliheviya siyasî zêdetir bibe.

Parêzer Ala Hisên: Derengxistina civînên parlamentoyê tevliheviyê zêdetir dike
27 hezîran, 2026   07:50
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Biryar bû civîna yekemîn a parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) 8‘ê Hezîranê hatiba lidarxistin, lê pêk nehat. Rewşa nezelalî ya pêvajoya siyasî û zagonas jî dewam dike. Têkildarî vê mijarê parêzer Ala Hisên ji ajansa me re axivî.

Ala Hisên got: “Hilweşîna rejîma Esed û hatina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li ser desthilata Şamê, hişt ku valahiyeke siyasî, yasayî û zagonî li Sûriyeyê çêbe. Di encama vê yekê de xebatên saziyên dewletê hatine rawestandin.”

Ala Hisên got tevî ku nêzî 2 sal di ser hatina hikumeta demkî re derbas dibin jî, lê heta niha nekarî saziyan bi awayî ku tê xwestin aktîf bike.

Parêzer Hisên bal kişand ser sedemên derengxistina lidarxistina civîna yekmîn a Meclisa Gel û got: "Biryar bû civîn di Gulanê de hatiba lidarxistin, lê taloqî 8‘ê Hezîranê hat kirin. Di 8‘ê Hezîranê de jî li dar neket. Sedemên yekê ev in; berdewama rewşa nearam a li welat, pirsgirêkên herêmî yên tevlihev, dosyaya Siwêdayê, hebûna leşkerî û îdarî ya Tirkiyeyê li herêmên wekî Serêkaniyê, Efrîn, Girê Spî, Bab, Ezaz, Idlibê û destwerdana wê di karên navxweyî yên Sûriyeyê de, binpêkirinên wekî kuştin û revandinan ku li gelek herêman dewam dikin, her wiha zêdebûna tevgera şaneyên rêxistina DAIŞ‘ê, bi taybetî piştî valakirina kampa Holê û girtîgehên DAIŞ‘ê ku ketin bin kontrola hikumeta demkî, di heman demê de paşketina rewşa jiyanî û aborî."

Li gorî Hisên, nezelaliya der barê şêwaza tayînkirina endamên Meclisa Gel li Hesekê, Reqa û Dêrazorê de, arîşeya girêdayî diyarkirina endaman ji aliyê serok ve, zextên hundirîn û navxweyî, her wiha bebûna bingeheke siyasî û zagonî ya biîstiqrar li Sûriyeyê, hişt ku civîna parlamentoyê bê taloqkirin.

Ala Hisên bi bîr xist ku li gorî mekanîzmeya heyî parlamentoya Sûriyeyê ji 210 endaman pêk tê, ji wan 70 endam ji aliyê serokê hikumeta demkî ve tên hilbijrtin.

Parêzer Hisên îşaret bi vê yekê kir ku hinek aliyên di nava hikumetê de hewl didin civîna parlamotoyê dereng bixin û sedema vê yekê bi van gotinan nirxand: "Ditirsin hesabpirsîn were destpêkirin an jî qanûn werin derxistin ku dawî li rewşa ewlehî û siyasî ya tevlihev bîne, nemaze piştî komkujiyên li peravê û Siwêdayê hatine kirin."

Ala Hisên di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tunebûna qanûna birêxistinkirina xebatên partiyên siyasî, lawaziya di kontrolkirina rewşa ewlehî, aborî û zagonî de, her wiha destwerdanên derve di kar û barên Sûriyeyê û binpêkirinên serweriya nîştimanî û got derengxistina rûniştinên parlamentoyê hişt ku rewşa paşguhkirin û tevliheviya siyasî zêdetir bibe.

Ala Hisên diyar kir ku tunebûna çarçoveyên destûrî û qanûnî metirsiyê li ser qonaxa niha çêdike û bal kişand ser pêbendbûna bi tayînkirinan, dûrxistina ji kar, an derxistina biryarnameyên ku dikarin werin guhertin an betalkirin.

 (sb)

ANHA