Komkujiya girtîgeha Palmîrayê; sûcekî nayê jibîrkirin

Girtîgeha Palmîrayê di dîrokê de şahidî ji komkujiyeke herî zêde xwîn lê rijiyaye, kiriye. Di girtîgehê de derdora hezar û 200 girtî bi destê hêzên girêdayî rejîma Baasê hatin kuştin.

Komkujiya girtîgeha Palmîrayê; sûcekî nayê jibîrkirin
27 hezîran, 2026   06:53
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

24`ê Hezîranê sala 1980’yî girtîgeha Palmîra ya leşkerî di dîroka Sûriyeyê de şahidî ji komkujiyê re kir. Bi hezaran girtiyên Sûriyeyî ji muxalifên Partiya Baas û tev li Ixwan Mislimîn bibûn, girtiyên Kurd ên siyasî ku tev li Weqfeya Karkerên Komunîst bibûn û endamên berê yên Partiya Baas bi destê yekîneyên `Seraya El Dîfai` bi fermandariya Rifet El Esed (birayê Hafiz El Esed) hatin kuştin.

Piştî rojekê li ser hedefgirtina serokê berê yê Sûriyeyê Hafiz El Esed re derbas bû, komkujî pêk hat. Li keşka mêvanxaneyê ya li taxa Ebû Rimane ya Şamê Hafiz El Esed Serokê Nîjeryayê Hisên Kontşî oxir dikir û hedef hate girtin.

Rayedarên Sûriyeyê tohmeta kuştina Hafiz El Esed xistin stûyê muxalifan û dest bi hemleyeke ewlehiyê kir. Li girtîgeha Palmîra ya leşkerî bi komî girtî kuştin. Li gorî rêxistinên mafên mirovan hejmara qurbaniyên komkujiyê derdora hezar û 200 girtî bûn.

Pisporê sûriyeyî Mîşal Sûra jî di pirtûka xwe ya bi navê `El Dewla El Hemeciya` de diyar kiribû ku saziyên ewlehiyên yên Sûriyeyê bûyer lêkolîn kiribûn û hejmara kuştiyan hezar û 181 girtî ye.

Li gorî nirxandinên çalakvanên mafên mirovan di 20 salan de zêdetirî 35 hezar girtiyên siyasî û leşkerî li girtîgeha Palmîrayê bûn, 10 hezar girtî hatin berdan girtiyên dîtir jî yan di bin işkenceyê de hatin kuştin, an bi dar ve kirin, yan jî wenda bûn û aqûbeta wan ne diyar bû.

Li gorî şahidên bûyerê û belgeyên heyî Yekîneyên `Seraya El Dîfaî` ên girêdayî Rifet El Esed (Lîwa 40-138) roja 27`ê Hezîranê bi fermandariya Muîn Nasîf û Elî Dîb çûn balafirgeha El Mezê ya leşkerî ya ku li Palmîrayê. Leşkerên berê yên Seraya El Dîfat dema ku 1981`an li Urdunê hatin girtin gotin ku wan jî cihê xwe di vê bûyerê de girtiye. Heman leşkeran di îfadeya xwe de gotin Yekîneyên Seraya El Dîfai xwe bi rêxistin kirin û bûn 3 kom. Komekê bi ser girtîgehê de girt, gurûpa dîtir jî parastina balafiran dikir û koma siyem jî li bafirgehê bû. Wezareta Raghandinê ya Urdunê îfadeyên wan weke belgeyên fermî belav kirin.

Her wiha Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) anî ziman ku hêzên rejîma Sûriyeyê bi ser girtîgehê de girt û hemû hucreyên girtîgehê gule baran kir. Di encama wê de bi hezaran girtî hatine kuştin. Her wiha rêxistinê destnîşan kir ku zêdetirî 100 leşker ji Şamê derbasî Palmîra bibûn û cihê xwe di bûyerê de girtibûn.

Li gorî raporên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya sala 2001`an û şahidiya girtiyên ji bûyerê filitîbûn cenazeyên qurbaniyên komkujiyê bi kamyonên leşkerî birine gundewarên rojhilatê Palmîra û komî veşartine.

Komîteya Mafên Mirovan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî got komkujî `sînorê kuştina bi zanebûn a li gorî qanûnên Sûriyeyê derbas kiriye` û got kesên fermana komkujiyê dane, tev li bûne û komkujî pêk anîne, hemû tewambar in.

Girtîgeha Palmîra di dema mêtingeha Fransayê sala 1930 hatiye avakirin. Li gorî çîrokên dîrokî dibêjin girtîgeha Palmîra destpêke ji bo cihê leşker lê xew dikin, lêkirine. Hinek jî dibêjin ew cihê girtîgeha Palmîra ji bo hespên hêzên Fransayî lê kirine.

Piştî rizgarkirina Sûriyeyê ew cih kirin girtîgeha leşkerî, destpêke leşkerên ku muxalefata sîstemê dikirin, dixistin wê girtîgehê de. Piştî derbeya 1963`yan û hatina partiya Baas bi 3 salan êdî girtîgeha Palmîrayê bû ya girtiyên siyasî û leşkerî.

Piştî ku sîstema Baas hilweşiya heyanî niha hikûmeta demkî komkujiya Palmîra lêkolîn nekiriye û kesên destê wan di komkujiya Palmîra de heye, dadgeh nekiriye.

Malbatên qurbaniyên komkujiya Palmîra daxwaz dikin ku cihê gorên komî yên zarokên wan, diyar bibe û bi rêya arşîvê lêkolîn bikin ku komkujî çawa pêk hatiye. Her wiha xwestin ku kesên berpirsyarê komkujiyê ne werin lêpirsînkirin û hesab ji wan were xwestin.

Çalakvanên mafên mirovan dibêjin cezakirina berpirsên komkujiya Palmîrayê têrê nake, divê zelal bikin ku komkujî çawa pêk hatiye û were belgekirin.

(np)

ANHA