Şehîd Şahîn Efrîn bi merasîmekê hat oxirkirin

Şervanê QSD’ê Şahîn Efrîn (Ehmed Îbrahîm) bi dirûşmên "Şehîd namirin" li Pakrewangeha Tebqayê spartin axê.

15 kanûn, 2025   15:26
TEBQA

Şervanê QSD’ê Şahîn Efrîn (Ehmed Îbrahîm) ku 31’ê Cotmeha îsal dema erka xwe bi cih dianî, li kantona Reqayê şehîd bû, îro bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Tebqayê hat oxirkirin.

Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê û koçberên Efrîn-Şehbayê nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û hêzên leşkerî beşdarî merasîma cenaze bûn.

Piştî rêzgirtinê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê Mehmûd El Sayîl axivî û got, şehîdan li dijî jiyaneke bêrûmet rêya azadî û rûmetê hilbijartin û di rêya wê de canê xwe feda kir.

Sayîl anî ziman ku xwedîderketina li şehîdan berpirsyariya her kesî ye û got: "Bi saya şehîdan civak berxwedana xwe li hemberî zehmetiyan didomîne."

Ji rêveberên Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a Kantona Tebqayê Bozan Hemo jî got: "Xwîna şehîdan ku ev erd av daye wê ji nifşên bê re ronahiyek bimîne û bîranînên wan dê di dilê gel de zindî bimînin."

Ji fermandarên QSD’ê Dijwar Efrîn jî sersaxî da malbata şehîda û anî ziman ku berdêlên şehîdan dane esasên berxwedana li hemberî zehmetiyan e.

Dijwar Efrîn got dê têkoşîna avakirina jiyaneke bi rûmet, civakeke hevgirtin û aştiyane bidomînin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Ehmed Îbrahîm hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Girseyê cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bi can, bi xwîn em bi te re ne şehîd" spart axê.

(b)

ANHA