Karmendên ji kar hatine derxistin biryarên hikumeta veguhêz protesto kirin

Karmendên ji kar hatine derxistin îro li ber Navenda Çandê ya Laziqiyê çalakiyeke rûniştinê li dar xist. Karmendan biryarên keyfî yên hikumeta veguhêz şermezar kirin û daxwaza vegerandina wan li ser kar û bicihanîna mafên xwe yên qanûnî kir.

Karmendên ji kar hatine derxistin biryarên hikumeta veguhêz protesto kirin
15 kanûn, 2025   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro karmendan li ber Navenda Çandê ya Laziqiyê çalakiyeke rûniştinê li dar xist. Karmendan derxistina wan ji saziyên hikumetê protesto kir, kiryarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê wek keyfî bi nav kirin.

Çalakvanan daxwaz kir ku rayedar biryarên jikarderxistinê betal bikin û wan vegerînin ser karên wan. Her wiha diyar kirin derxistina wan ji kar, bêyî hinceteke qanûnî ya zelal an hişyariyên pêşwext hatiye kirin. Karmendan pankartên "Ez dixwazim vegerim ser karê xwe, ev ne daxwazek e lê mafek e" û "Mûçeyên me vegerînin" hilgirtin.

Li çend bajarên Sûriyeyê karmendên ji kar hatine derxistin, xwepêşandanan li dar dixin.

(k)