Heyva Sor a Kurd: Em amade ne alîkariyê bidin mexdûrên lehiyê

Heyva Sor a Kurd ragihand ew amade ye hemû cureyên alîkariyên mirovî pêşkêşî mexdûrên lehiya li Başûrê Kurdistanê bike.

Heyva Sor a Kurd: Em amade ne alîkariyê bidin mexdûrên lehiyê
15 kanûn, 2025   15:38
QAMIŞLO

9’ê Kanûnê li navçeyên Çemçemalê û Şoreş ên Başûrê Kurdistanê lehî rebûn, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û derdora 12 kes jî birîndar bûn. Her wiha zirarên madî yên mezin çêbûn.

Der barê mijdarê de Hevya Sor a Kurd daxuyaniyek li pêşiya Naxweşxaneya Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişlo da. Daxuyaniyê ji aliyê hevserokên Heyva Sor a Kurd a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hedya Abdullah û Dilgeş Îsa ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ji malbatên kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest daye sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn hat xwestin. Hate gotin Heyva Sor a Kurd amade ye hemû cure alîkariyê pêşkêşî mexdûran bike û bersiva hemû bangên ji bo sivikkirina êşa mexdûran bide.

(b)

ANHA