Şaredariya Dêrikê dest bi projeyan kiriye

Şaredariya Gel a Dêrikê di çarçoveya plana xwe ya pêşxistina binesaziyê û baştirkirina asta xizmetê de dest bi pêkanîna çend projeyên çêkirina rêyan, paqijî, av û ewlehiya trafîkê kiriye.

Şaredariya Dêrikê dest bi projeyan kiriye
Şaredariya Dêrikê dest bi projeyan kiriye
Şaredariya Dêrikê dest bi projeyan kiriye
Şaredariya Dêrikê dest bi projeyan kiriye
13 hezîran, 2026   04:50
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Şaredariya Gel a Dêrikê di çarçoveya plana xwe ya salane ya pêşxistina bajêr û çareserkirina pirsgirêkên têkildarî xizmetguzariyê de, dest bi pêkanîna çend projeyên xizmetguzariyê kiriye.

Di nava projeyên şaredariyê de danîna nêzîkî 300 metrekab asfalt, ji bo baştirkirina rêyên kolanan û hêsankirina trafîkê, bi taybet piştî zirara ku ji ber baranê li hin rêyan çêbûye.

Şaredarî her wiha li ser projeyeyên sererastkirina tora kanalîzasyonê li taxên Şehîd Xebat û El Seken dixetibe, bi armanca çareserkirina pirsgirêkên heyî û baştirkirina xizmetên bingehîn. Her wiha wek beşeke hewldanên ji bo baştirkirina ewlehiya trafîkê, Şaredariya Gel plan dike ku di rojên pêş de li Kolana Garajê ya sereke çerxerêyekê ava bike. Ev yek dê bibe alîkar ku trafîkê bi rêk û pêk bibe û qezayên trafîkê kêm bibin.

Der barê xizmetên avê de, şaredarî projeya xwe ya berfirehkirina tora ava vexwarinê li taxa Zorava didomîne ku dê gihaştina avê ya malan baştir bike û hewcedariyên şêniyan bi cih bîne. Her wiha xebatên ji bo çêkirina peyarêyeke 550 metre dirêj li heman taxê didomin.

Ji rêveberên şaredariyê Îbrahîm Sadûn diyar kir ku Şaredariya Gel li gorî çavkaniyên berdest projeyên xwe yên xizmetê pêk tîne. Sadûn destnîşan kir ku tîmên şaredariyê serdana taxên bajêr dikin da ku pirsgirêkên têkildarî xizmetê nas bikin û çareser bikin.

Sadûn diyar kir ku di vê qonaxê de çêkirina rêyan ji bo şaredariyê pêşîniyeke sereke ye û diyar kir ku xebatên li ser projeyên xizmetguzariyê dewam dikin ji bo baştirkirina xizmetên li bajêr û peydakirina pêdiviyên şêniyan.

(k)

ANHA