Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza baştirkirina xizmetên giştî kir

Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza baştirkirina binesaziyê û xizmetên paqijiya giştî kir. Şaredariyê jî diyar kir hewldanên wan ên xizmetê berdewam in û ji welatiyan xwest ji bo paqijiya bajêr hevkariyê bikin.

Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza baştirkirina xizmetên giştî kir
13 hezîran, 2026   05:45
HESEKÊ
MIRAV ÎSO

Şêniyên Dirbêsiyê nerazîbûna xwe der barê xirabûna binesaziyê û kêmbûna xizmetguzariyê de anîn ziman û daxwaza çêkirina rêyan û baştirkirina xizmetên paqijiya giştî kir.

Sûmeya Xelîl bal kişand ser zêdebûna çalan li gelek kolanan ku bandorek neyînî li trafîk û veguhastinê dike û êşa niştecihan bi taybet di zivistanê de girantir dike.

Sûmeyayê destnîşan kir ku paqijiya giştî di bajêr de ji ber kombûna bermayiyan li gelek kolan û taxan bûye pirsgirêk. Her wiha dyar kir ku parastina paqijiyê li Dirbêsiyê hewceyî hevkariya hevbeş a di navbera şaredarî û şêniyan de ye.

Xelîl Qado jî diyar kir ku rewşa xizmetên giştî û paqijiyê li bajêr hewceyî baldariyeke mezintir e. Qado da zanîn ku kombûna bermahiyan li hin taxan dibe sedema fikaran di nav şêniyan de, bi taybet bi hatina havînê re ku dê bide sedema  belavbûna mêş û kêzikan û zêdebûna xetereyên tenduristiyê.

Selman Elî fikara xwe ya li ser kêmbûna asta xizmetguzariyan li bajarê Derbesiyê di salên dawî de anî ziman. Elî diyar kir ku divê binesazî were pêşxistin û xizmetguzariyên giştî wein pêşxstin, bi taybet sererastkirina torên rêyan û zêdekirina hewldanên paqijiya giştî da ku xizmetguzarî baştir bibe.

Ji rêveberên Şaredariya Derbêsiyê Zîlan Ereb diyar kir ku şaredarî bi berdewamî li ser paqijiyê dixebite û hewl dide ku pirsgirêkên xizmetguzariyê li gorî çavkaniyên xwe yên berdest çareser bike, her wiha da zanîn ku 75 konteynerên çopê li seranserê taxên bajêr hatine belavkirin.

Zîlan diyar kir ku hin şênî konteyneran bi rêk û pêk bi kar naynin û bermahiyan diavêjin derdorê ku ev yek pirsgirêka paqijiya giştî girantir dike.

Zîlan anî ziman ku şaredarî niha li ser sererastkirina rêyên sereke dixebite û li gorî çavkaniyên berdest hewl dide ku xebatên asfaltkirinê berfireh bike.

Zîlan Ereb got baştirkirina rewşa xizmetguzariyê li Dirbêsiyê hevkariya hevbeş di navbera şaredariyê û şêniyan de hewce dike û bang li şêniyan kir ku piştgiriya hewldanên pêşxistina xizmetguzariyan û xebatên şaredariyê bikin.

(k)

ANHA