Rûsyayê ragihand ku 46 dronên Ukraynayê xistine

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku pergala wê ya parastina hewayî duh bi şev 46 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Rûsyayê ragihand ku 46 dronên Ukraynayê xistine
18 adar, 2025   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku sîstemên wê yên parastina hewayî bi şev 46 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Wezaretê bi daxuyaniyekê ku li ser Telegramê weşandiye, ragihand ku 41 dron li herêma Belgorod a li ser ser sînorê Ukraynayê û dronên din li Bryansk, Kursk û Oryolê hatine xistin.

Waliyê herêma Belgorodê Vyacheslav Gladkov jî der barê mijarê de ragihand ku di êrişê de kesek hatiye kuştin û gelek xaniyan zirar dîtiye.

Waliyê herêma Bryanskê ya li ser sînorê bi Ukraynayê re Aleksander Bogomaz jî wiha got: "Heta niha der barê kuştî û birîndarên êrişê de tu agahî nehatine bidestxistin."

Desthilata Ukraynayê der barê êrişê de tu daxuyanî nedane.

(bb)