Dadgeha Iraqê cezayê girtîgehê yê hetahetayî ji bo 8 girtiyên Fransî derxist

Dadgeha Iraqê bi tometa endambûna rêxistina terorîst DAIŞ’ê, cezayê girtîgehê yê hetahetayî bi ser 8 welatiyên Fransî de sepand û 15 sal cezayê girtîgehê ji bo 2 welatiyên heman welatî derxist.

Dadgeha Iraqê cezayê girtîgehê yê hetahetayî ji bo 8 girtiyên Fransî derxist
26 mijdar, 2026   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Dadweriya Iraqê bi tometa endambûna rêxistina terorîst DAIŞ’ê, cezayê girtîgehê yê hetahetayî bi ser 8 welatiyên Fransî de sepand.

Her wiha Dadegehê 15 sal cezayê girtîgehê ji bo 2 welatiyên din ên Fransayê bi heman tometê derxist.

Dadgehê biryar da ku doza darizandin û ragihandina biryara derbarê 10 tometbarên din ên Fransî de ku heman bi tometa endambûna DAIŞ’ê dê werin darizandin, ji bo demek din hate paşxistin.