Di salvegera 7’an de bangên vegera ewle ya ji bo koçberan

Meclis, saziyên sivîl û partiyên siyasî di salvegera 7’an de dagirkirina Efrînê de soza domandina berxwedanê ta rizgarkirina herêmên dagirkirî da û bang kir ku bi garantiya navneteweyî koçberên Efrînê li warên wan bên vegerandin.

Di salvegera 7’an de bangên vegera ewle ya ji bo koçberan
Di salvegera 7’an de bangên vegera ewle ya ji bo koçberan
Di salvegera 7’an de bangên vegera ewle ya ji bo koçberan
Di salvegera 7’an de bangên vegera ewle ya ji bo koçberan
Di salvegera 7’an de bangên vegera ewle ya ji bo koçberan
Di salvegera 7’an de bangên vegera ewle ya ji bo koçberan
Di salvegera 7’an de bangên vegera ewle ya ji bo koçberan
Di salvegera 7’an de bangên vegera ewle ya ji bo koçberan
Di salvegera 7’an de bangên vegera ewle ya ji bo koçberan
18 adar, 2025   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclis, saziyên sivîl û partiyên siyasî bi wesîleya salvegera 7’an a dagirkirina Efrînê, daxuyanî dan.

TIL HEMÎS

Meclisa Bajarê Til Hemîsê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê jî daxuyanî dan. Daxuyanî bi amadebûna şêniyên bajar, endam û rêveberên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rûspiyên eşîrên Ereb li Çerxerêya Sewami hate dayîn û ji aliyê Belqîs El Ebdullah û Egîd Ehmed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyan de dagirkirina Efrînê, sûcên li dijî şêniyan, koçberkirina gelê wê û guhertina demografiya herêmê û bêdengiya navneteweyî ya li hember van sûcan hatin şermezarkirin. Dagirkirina li Efrînê wek "wêneyekkî herî qirêj ê dagirkeriyê di serdema nû de" hat wesifandin.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana gel hat kirin û hate gotin: "Gelê me li hemberî siyasetên dijmin berxwedana xwe didomîne. Çawa li Efrîn, Kobanê û Serêkaniyê efsanên berxwedanê di dîrokê de hatin nîvisandin, berxwedana li Bendava Tişrînê ku heya niha dewam dike îsbateke zindî ya îradeya gelê me ya li hemberî projeyên dagirkeriyê ye."

GIRKÊ LEGÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê û Meclisa Bajarê Girkê Legê jî jî bi heman armancê daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ve ji aliyê Hezîn Ebû Zeyd û Narîşan Berekat ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên herî mezin û komkujî li dijî gelê Efrînê pêk anîn û bedewiya xwezaya wê xirab kirin. Hate diyarkirin ku ev sûc û senaryo heya niha dewam dike.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku li hemberî komkujî û êrişên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erkên xwe bi cih bînin. Bang li desthilata Şamê jî hat kirin ku ji bêdengiyê xwe derbikeve û mîna rejîma Baasê dosyaya koçberan paşguh neke û vegera ewle ya koçberan a li warê xwe pêk bîne.

KOBANÊ

Endam û nûnerên partiyên siyasî yên li kantona Firatê li pêşiya avahiya PYD’ê ya li bajarê Kobanê kom bûn û daxuyaniyek da.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî) Mûsa Keno daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de dagirkirina Efrînê di salvegera wê ya 7’an de û komkujiya li gundê Berxbotanê bi tundî hatin şermezarkirin. Bang li hêzên navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî hat kirin ku tavilê destweranê bikin û dawî li sûcên dewleta Tirk a a dagirker bînin û koçberan ewle vegerînin ware xwe.

KONGRA STAR

Têkildarî mijarê Meclisa Konga Star a Kantona Firatê li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star a bajarê Kobanê Xunav Xelîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de komkujiyên li ser gelê Kurd tên kirin hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: "Her kes li hemberî komkujiyên li ser gelê Kurd tê kirin bê deng e, lê em van komkujiyan şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker li gundê Berxbotanê yê Kobanê maleke sivîlan bombbaran kir û di encamê de komkujiyek pêk hat ku ji heman malbatê 9 kes jiyana xwe ji dest da.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker çi bike bila bike, dê têkoşîn berdwam be û dê Newroz nebe roja xemgînî û şînê.”

REQA

Desteya Jinan a Kantona Reqayê û Nivîsîngeha Parastina Zarokan jî daxuyaniyek da. Seroka Desteya Jinan a Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Emel El Casim ve li pêşiya avahiya meclisê li bajêr daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de komkujî hate şermezarkirin û bang li her kesî hat kirin ku "li kêleka gelê me yê koçber rawestin û ji bo vegera wan a ewle bo malên xwe bixebitin.”

DÊREZOR

Şêniyên gundewarên rojhilatê kantona Dêrezorê daxuyaniyek der barê mijarê da, daxuyanî ji aliyê hevserokê şaredariya Baxozê Selîm Ebdullah ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tişta ku dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan û gelê Efrînê dike sûcê şer e û divê hêzên navneteweyî ji ber vê yekê berpirsyariyên xwe pêk bînin.

ÇILAXA

Însiyatîfa Gel û Meclisa Malbatên Şehîdan ên bajarê Çilaxa jî daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisa bajar ji aliyê Mihemed Faris û Ebdulqadir Nîvo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyan de heta diyarkirin ku dê heya rizgarkirina herêmên dagirkirî têkoşîn berdewam bike. Hate gotin dê destkeftiyên şoreşê û mîraseya şehîdan biparêzin.

TIRBESIYÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê daxuyaniyek da. Hevserokên meclisê Hisên Xalid û Ala Îbrahîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk banga hevgirtinê li gelê Sûriyeyê hat kirin. Bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî jî hate kirin ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.

Meclisa Bajarê Tirbespiyê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Hevserokê meclisê Mezgîn Lazgîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de banga bidawîkriina dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyeyê, vegerandina koçberan li warên wan hat kirin. Ji bo belgekirina sûcan û darizandina sûcdaran jî daxwaza avakirina komîteyeke navneteweyî ya lêkolînan hate kirin.

Di dewama daxuyaniyê de bang li desthilata Şamê jî hate kirin ku erkên xwe bicih bînin û dagirkeran ji Sûriyeyê derxe.

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê jî daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Şêrzad Remo û Viyan Îsa ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li sazî û rêxistinên mirovî hate kirin ku dawî li binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bînin û ji bo aştiyê bixebitin.

AMÛDÊ

Koçberên ji Efrînê yên li Amûdê dimînin, bi daxuyaniyekê dagirkirina Efrînê şermezar kir û bang li rêxitinên mafên mirovan û dadgehên navneteweyî kir ku hesab ji sûcdarên şer bipirsîn û ji bo vegera ewle ya koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û tevahî koçberên sûriyeyî ji bo warê xwe bixebitin.

DÊRIK

Yekitiya Xwendekaran, Weqfa Koçberên Efrîn û Şehbayê û saziyên Rêveberiya Xweser ên li bajarê Dêrikê daxuyaniyeke cuda dan. Haya Hesen, Mehmûd Resûl û Meryem Mehmûd daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyan de komkujiya li Kobanê hate şermezarkirin û bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî hate kirin dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyeyê bi dawî bikin, zarokan rizgar bikin û dawî li qetlîamên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan bînin, hesab jê biprisin. Ji bo vegera ewle ya koçberên Efrîn-Şehbayê li warên jî bang hat kirin.

BEYRÛT

Meclisa PYD’ê ya Lubnanê jî bi boneya salvegera 7’an a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de polîtîkeyên tirkkirin û erebkirinê ku dewleta Tirk a dagirker li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî pêk tîne hatin şermezarkirin. Bang li rêxistinên hiqûqî civaka navneteweyî hat kirin ku dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bikin û vegera ewle ya koçberan mîsoger bikin.

ANHA