Rûspiyên Rojava xeteriya zimanê kînê û provokasyonan şiyar kirin

Rûspiyên êlên Kurdan diyar kirin ku pîlansaziya fitne xistina navbera pêkhateyên Rojava mezin û xeter e û bang li hemû pêkhateyên herêmê kirin ku vê pîlansaziyê têk bibin.

Rûspiyên Rojava xeteriya zimanê kînê û provokasyonan şiyar kirin
30 ÇILE, 2026   06:45
HESEKÊ
HINAR IBRAHÎM-BOTAN HISÊN

Rûsipiyên Kurd xeteriya zimanê kînê yê li ser raghandinê tê bikar anîn û provokasyonên têne kirin şiyar kirin û diyar kirin ku di hemû rewşan de ew ê têkiliya di navbera hemû pêkhateyên Rojava biparêz in.

Berzan Silêman yek ji rûsipiyên êla Gabara ya Kurdî ji ajansa me (ANHA) re axivî û wiha got: "Hemû pêkhateyên herêmê dûrî nakokî û pirsgirêkan bi dehê salan bihev re dijîn. Di vê dema dawiyê de hinek gotinên ku dibin sedema fitnê û provokasyonan têne bikar anî."

Silêman di berdewamiya gotinên xwe de diyar kir ku têkiliya di navbera pêkhateyên herêmê de li ser bingehê hurmet û hezkirinê hatiye ava kirin û wiha berdewam kir: "Sîstemê ji Cemal Ebdul Nasir heyanî Hafiz El-Esed û kurê wî Beşar El-Esed xwestin û hewldan vê têkiliya civakî ya di navbera pêkhateyên herêmê xira bikin, nikarîbûn. Kî bixwazê vê têkiliya civakî biruxîne ew ê nikarbin."

Ji bo civaka Rojava jî Barzan Silêman diyar kir: "Civaka Rojava rewşenbîr û zana ne, ew destûr nadin ku fitne têkeve navbera pêkhateyan de. Divê em xwe ji fitnê û provokasyonan biparêz in û destûr nedin li herêma me tevlîheviyê çêbikin".

Cemal Mecîd Îsa yek ji rûspiyên êla Hesarî ya Kurdî jî axivî û got: "Pîlansaziya fitnê têxin navbera pêkhateyên Rojava gelekî mezin û xeter e. Kesên destbi hemleya fitnê kirine û provokasyonan dikin hemû li derveyî Rojava û Sûriyê ne. Ew dixwazin gel bitirsînin, fitnê têxin navbera pêkhateyên Rojava û têkiliya bi salan berdewam dike, xira bikin. Ez bang li hemû pêkhateyên Rojava dikim ku dûrî zimanê kînê bikevin û destûr nedin pêkhateyên herêmê bighîjin asta ku li hemberî hevdû şer bikin."

Omer Şerîf ê ji êla Gebekî ya Kurdî jî got em hemû pîlansaziyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ku fitnê dixin navbera pêkhateyan red dikin û wiha berdewam kir:` Divê pêkhateyên Rojava van pîlansaziyan têk bibin. Ji pêkhateya Ereb gelek xalê me ne û têkiliya me ya civakî xurt e.

Şerîf di dawiya gotinên xwe de ji hemû şêx û rûsipiyên êlên Ereb û Kurd xwest ku bi berpirsyar nêz bibin, êl û derdora xwe şiyar bikin da ku fitne di navbera pêkhateyên Rojava çênebe û kesek nekeve xefka provokasyonên ku li ser raghandinê têne kirin.

ANHA