Siyasetmedar û akademîsyenên Misrî banga parastina Kurdan kir

Siyasetmedar û akademîsyenên Misrî diyar kir ku misogerkirina mafên Kurdan û naskirina Rêveberiya Xweser ewlehiyê bi pêş dixe û firsetên avakirina dewleteke Sûriyeyê ya adilane û giştî xurt dike. Siyasetmedaran hişyarî da ku êrişên li dijî Kurdan ku hewlên têkoşîna li dijî DAIŞˊê qels dike û banga tevgerîna lez li civata navneteweyî kir ku Kurdên li Sûriyeyê biparêzin.

Siyasetmedar û akademîsyenên Misrî banga parastina Kurdan kir
30 ÇILE, 2026   03:45
QAHIRA

Di demekê de ku êrişên çeteyên hikûmeta demkî li ser Rojava berdewam dikin, dengên ku van êrişan red dikin zêde dibin. Di vê çarçoveyê de, partî û hêzên siyasî yên Misrê banga tedbîrên cidî yên navneteweyî ji bo parastina Kurdên li Sûriyeyê kirin, hişyarî da xirabûna rewşa wan a mirovî di bin kiryarên hikûmeta demkî de.

Partî û hêzên siyasî diyar kir ku armancgirtina gelê Kurd, wekî hevkarê sereke di têkbirina çeteyên DAIŞ'ê de, ne tenê gefê li ewlehî û mafên wan dixwe, lê di heman demê de bandorek neyînî li ser berjewendiyên herêmî û navneteweyî jî dike, ji ber vê yekê qanûn û tedbîrên cezayî yên hişk ji bo rawestandina binpêkirinan û misogerkirina parastinê pêwîst dike.

BANG JI BO PARASTINA KURDÊN ROJAVA

Girêdayî mijarê, zêdeyî 100 siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr û hunermendên Misrî û Ereb, ligel nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, daxuyaniyek yekgirtî îmze kirin û êrişên li dijî gelê Kurd şermezar kirin. Îmzekaran daxwaza parastina gelê Kurd û naskirina mafên wan ên qanûnî kirin, diyar kirin ku projeya heyî li Sûriyeyê bi dûrxistin û yekalîbûnê ve diyar kirin. Ev proje îdeolojiyek Îslamî ya siyasî ye dixwaze welêt bi zorê bindest bike.

HIKÛMETA DEMKÎ BERPIRSIYARIYA TEVAHÎ YA SELAMETÎ Û EWLEHIYA KURDAN E

Şêwirmend û serokê Partiya Demokratîk a Gel a Misrê Xalid Hafiz, li ser bêdengiya hêzên bibandor û bandorên vê yekê li ser hewldanên valakirina niştecihên wê yên resen ên Rojava hişyarî da.

Hafiz di daxuyaniyekê de ji ajansa me re diyar kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, bi serokatiya Ehmed El Şeri, berpirsiyariya ewlehiya gelê Kurd û misogerkirina mafên wan di nav dewleta Sûriyeyê de bêyî ku ti cudahî di navbera pêkhateyên wê de hebe, ye.

Hafiz da zanîn ku dayîna biryarên çarenûsî li ser navê gelê Sûriyeyê şaşiyeke mezin e ku wê krîzan kûrtir bike û bê aramiya navxweyî ya li ser bingeha edaletê, aramiya herêmî nayê bidestxistin.

Hafiz bang li civaka navneteweyî kir ku gavên lezgîn bavêje da ku Kurdên li Sûriyeyê biparêze, nemaze ji ber zexta zêde ya ku ji hêla hikûmeta demkî ve li ser wan tê kirin, her wiha hişyarî da ku her valahiyek siyasî yan ewlehî ya ku bandorê li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) an Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bike wê rewşa nebaş a gelê Kurd hîn bêtir xirab bike.

PÊDIVÎ YE KU MAFÊN KURDAN WERIN GARANTÎKIRIN Û RÊVEBERIYA XWESERÎ WERE NASKIRIN

Li aliyekî din akademîsyenekî pispor di sosyolojiya siyasî de Dr. Husnî Ehmed, dibîne ku pirsgirêka Kurd û ezmûna Rêveberiya Xweser du hêmanên bingehîn in ji bo aramiya bakurê Sûriyeyê. Di daxuyaniyekê de ji ajansa me re, diyar kir ku bicîhanîna Peymana 10'ê Adarê, misogerkirina mafên siyasî û çandî yên Kurdan û naskirina Rêveberiya Xweser wê ewlehiyê zêde bike û perspektîfên avakirina dewletek Sûriyeyê ya dadperwer û yekgirtî xurt bike.

DAXWAZA AVÊTINA GAVÊN LEZGÎN JI BO PARASTINA KURDÊN LI SÛRIYEYÊ

Dr. Husnî Ehmed anî ziman ku paşxaneya çandî û dîrokî ya Kurdan dihêle ku di qonaxa niha de roleke çalak bilîzin, parastina Kurdan li Sûriyeyê êdî ne tenê meseleyeke navxweyî ye, lê têgihîştineke pêşketinî ya giraniya rewşê nîşan dide, ji ber ku hedefgirtina gelê Kurd gefek rasterast li ser aramiya herêmî û hewldanên navneteweyî yên ji bo şerê li dijî çeteyan çêdike, nemaze ji ber ku Kurd di têkbirina DAIŞ'ê de hevkarên sereke bûn.

Ehmed hişyarî da ku her îhmalkirinek di parastina Kurdan de wê baweriya civaka navneteweyî lawaz bike, bi vê yekê daxwaza kiryarên navneteweyî yên bilez kir ku mekanîzmayên astengkirinê yên zelal û cezayan li dijî her aliyek ku mafên wan binpê dike yan hebûna wan tehdît dike, di nav xwe de bigire.

AGIRBESTEKE RAGIHANDÎ Û RAGEŞIYEKE LI SER ERDÊ

Çavdêr hemfikir in ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, tevî ragihandina agirbestê ji bo 15 rojan, êrişan berdewam dike. Li şûna ku agirbestê xurt bikin û hewldanên ji nû ve avakirinê bidin destpêkirin, çeteyên girêdayî hikûmeta demkî yên ku ji aliyê dewleta dagirker a Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin êrişên berdewam dikin, ku dibe sedema gurrbûna şer li ser erdê û binpêkirinên ku dikarin welêt dîsa bixin nav çerxek tundûtûjiyê. Di heman demê de, QSDˊê agirbestê wekî rêyek ji bo ji nû ve destpêkirina diyalogê û dîtina çareseriyekê bi tundî diparêze.

(ac/fr)

ANHA