Di nava koçberan de hevkariya ji bo pêdiviyan

Li Kantona Cizîrê ji bilî sazî û dezgehên alîkariyê, koçberên ku herî dawî ji Tebqa û Reqa hatine jî bi hevkariyekê pêdiviyên xwe pêşkêşî cihên eleqeder dikin.

Di nava koçberan de hevkariya ji bo pêdiviyan
Di nava koçberan de hevkariya ji bo pêdiviyan
Di nava koçberan de hevkariya ji bo pêdiviyan
Di nava koçberan de hevkariya ji bo pêdiviyan
Di nava koçberan de hevkariya ji bo pêdiviyan
Di nava koçberan de hevkariya ji bo pêdiviyan
Di nava koçberan de hevkariya ji bo pêdiviyan
30 ÇILE, 2026   07:40
QAMIŞLO

 Koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku herî dawî ji Tebqa û Reqayê ji ber êrişên komên çete yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê derbasî bajarên Kantona Cizîrê bûn, li dibistan, bexçeyên zarokan, mizgeft, akademî, sazî û dezgehan hatine bicihkirin.

Ji bo koçberan hemû sazî û dezgehên herêmê ketine nava liv û tevgerê. Her wiha alîkariyên ku ji derveyî herêmê tên bi rêya van saziyan li koçberan tên belavkirin.

Li aliyê din koçber jî bi hevkariya di nava xwe de pêdiviyên xwe pêşkêşî saziyên eleqeder dike.

Bi vê mebestê jî di nava xwe de hevberdevkên jin û mêr diyar kirine.

Hevberdevk jî pêdiviyên malbatan ên wekî nan, av û derman diyar dikin û piştre wekî saziyên û kesayetên ku alîkariyê dikin.

Saziyên alîkariyê jî pêdiviyan didin koçberan.

(sb/a)

ANHA