Rubio dê duşemê li Îsraîlê dosyaya Îranê nîqaş bike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio dê roja duşemê li Îsraîlê dest bi hevdîtinên têkildarî dosyaya Îranê bike.

Rubio dê duşemê li Îsraîlê dosyaya Îranê nîqaş bike
27 sibat, 2026   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de ku sewqiyetên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê zêde bûne, Wezareta Derve ya Amerîkayê îro ragihand ku dê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja duşemê li Îsraîlê bi mijara Îranê hevdîtinan bike.

Berdevkê Wezareta Derve Tommy Pigott got Rubio "dê li ser komek pêşîniyên herêmî, di nav de Îran, Lubnan û hewldanên berdewam ji bo bicîhanîna plana aştiyê ya serok Donald Trump ji bo Xezzeyê nîqaş bike."

(fr)