Şêniyên Tirbespiyê hevgirtina xwe ji Banga Rêber Apo re nû kir

Şêniyên Tirbespiyê hevgirtina xwe ji banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan re, nû kirin.

Şêniyên Tirbespiyê hevgirtina xwe ji Banga Rêber Apo re nû kir
27 sibat, 2026   18:47
QAMIŞLO

Rêber Abdullah Ocalan, bi boneya salvegera 27’ê Sibatê peyamek nû da û diyar kir ku divê ji qonaxa neyînî derbasî avakirina pozîtîf bibin û got: “Ji bo entegrasyona demokratîk, pêdivî bi qanûnên aştiyê heye.”

Şêniyên bajarê Tirbespiyê bi meşekê hevgirtina xwe ji banga Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Rêber Abdullah Ocalan di 27`ê Sibata 2025` an de dabû destpêkirin nû kir.

Şênî li pêşiya şaredariya gel kom bûn û paşê meşek ji bo hevgirtina xwe nîşan da.

Şêniyan di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û bi erebeyan li nava bajêr geriyan.

(ex/fr)

ANHA