Aştiya navxweyî berpirsiyariyeke civakî ye û yekitî rêya derbaskirina krîzan e

Endamê Meclisa Aştiya Navxweyî ya Hesekê Mihemed Xêr Nacerî diyar kir ku divê aramiya ku herêmê nîşan daye were parastin û banga xurtkirina biratiyê û parastina aştiya navxweyî û tevna civakî kir.

Aştiya navxweyî berpirsiyariyeke civakî ye û yekitî rêya derbaskirina krîzan e
28 sibat, 2026   03:05
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM – CÎHAN MIHEMED

Aştiya navxweyî stûna bingehîn a aramiya civakî ye, bi taybet deverên ku pirrengiya etnîk û civakî lê heye. Aştiya navxweyî tê wateya parastina têkiliyên xwezayî di navbera pêkhateyên civakê de û pêşîgirtina li nakokî û pevçûnên ku dikarin ewlehî û aramiyê têk bibin.

‘TEVÎ HEMÛ HEWLDANÊN ÇANDINA NAKOKIYAN JÎ AŞTIYA NAVXWEYÎ HAT PARASTIN’

Der barê mijarê de endamê Meclisa Aştiya Navxweyî ya Hesekê Mihemed Xêr Nacerî diyar kir ku ji sala 2011`an vir ve li bajarê Hesekê di navbera Kurd û Ereban de ti pevçûnek civakî çênebûye, tevî ku gelek hewldan çêbûn û pere hatin dayîn ji bo çandina nakokiyan di navbera şêniyên bajêr de.

Necarî got: "Parastina aştiya navxweyî dikeve ser milê mirovên baş ji hemû beşên civakê, bi taybetî serokên eşîran û kesayetên neteweyî ku roleke mezin ji bo parastina tevna civakî û pêşîgirtina nakokiyan lîst."

Necarî destnîşan kir ku Hesekê yek ji bajarên Rojava ye ku bi salan e di nava aştî û ewlehiyê de dijî, û baweriya xwe anî ziman ku qonaxa hestyar a niha dê were derbaskirin, bi taybet kiryarên gurkirina fitneyê û zimanê nefretê.

HEVGIRTINA GEL

Necarî banga yekitiyê kir, bi taybt di navbera eşirên Kurd û Ereb de, ji ber ku civaka li Hesekê û bajarên din ên Rojava eşirî ye. Her wiha destnîşan kir ku civakên eşirî beşeke girîng a tevna civakî ya Sûriyeyê ne û di parastina aştiya navxweyî de roleke girîng dilîzin.

‘XURTKIRINA SAZÎBÛNÊ GIRÎNG E’

Necarî destnîşan kir ku ew tişta ku wek "hawariya eşîran" tê binavkirin ku hewl didin şûna dewletê bigirin, xizmeta qonaxa niha nakin. Necarî hêviya xwe anî ziman ku saziyên peywendîdar rola xwe pêk bînin û peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de bi cih bînin.

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed Xêr Najarî diyar kir ku desthilatdayîna van saziyan ji bo bicihanîna peymanê dê bikeve berjewendiya hemû beşên civakê. Her wiha bang li rayedarên peywendîdar kir ku nermbûnê nîşan bidin û piştgiriya bicihanîna peymanê bikin, bi vî rengî şer û xwînrijandin dê bi dawî bibe û rê li ber serdemeke nû ya aramiyê vebe.

(k)

ANHA