Romana "Dengvedana Êşan" hat îmzekirin

Pirtûkxaneya Şilêr û Yekiteya Rewşenbîran a Kantona Cezîrê şahiya îmzekirina pirtûka bi navê` Dengvedana Êşan` ya nivîskar Merwan Berekat li dar xist.

Romana "Dengvedana Êşan" hat îmzekirin
Romana "Dengvedana Êşan" hat îmzekirin
Romana "Dengvedana Êşan" hat îmzekirin
Romana "Dengvedana Êşan" hat îmzekirin
Romana "Dengvedana Êşan" hat îmzekirin
Romana "Dengvedana Êşan" hat îmzekirin
Romana "Dengvedana Êşan" hat îmzekirin
Romana "Dengvedana Êşan" hat îmzekirin
18 kanûn, 2025   20:17
QAMIŞLO

Li Pirtûkxaneya Şilêr a bajarê Qamişloyê şahiya îmzekirina pirtûka Merwan Berekat ya bi navê ` Dengvedana Êşan` hat lidarxistin.

Di şahiyê de rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, endamên Pirtûkxaneya Şilêr û Yekitiyên Rewşenbîrên kantona Cizîrê amade bûn.

Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre nivîskar Merwan Berekat axivî. Berekat diyar kir ku xwendina pirtûkan, nivîsandina wan hêmana sereke ya bidestxistina zanistê û pêşketina mirovan e.

Berekat da zanîn ku wî di 2018ˊan de dest bi nivîsandina vê pirtûkê kiriye û di 2025ˊan de hate çapkirin. Naveroka pirtûkê behsa êş û zehmetiyên gelê Efrînê tê re derbas bûye kir.

Berekat spasiya hemû kesên beşdarî çapkirina pirtûkê û amadekirina wê bûne, kir.

Di dawiyê de pirtûk hat îmzekirin û li beşdaran hat belavkirin.

Nivîskar Merwan Berekat kî ye?

Li gundê Soxanekê yê bajarê Şêrawa yê Efrînê di 1964ˊan de ji dayik bûye. Xwendina seretayî li dibistana gundê xwe xwendiye, û qonaxên navîn û amadayî li dibistanên bajarê Helebê bi dawî kiriye. Piştre Peymangeha Bazirganî li bajarê Helebê bi dawî kiriye. Di sala 1987ˊan de, li zanîngeha bajarê Helebê Fakulteya Wêjeyê beşa Wêjeya Îngilîzî dixwîne.

Di sala duyem a xwendina fakulteyê de, bi birayara saziyên ewlehiyê yên dewleta Sûriyayê ji xwendina zanîngehê tê dûrxistin. Sedema wê dûrxistinê ew bû ku bi zimanê Kurdî dinivîsand û ciwanên Kurd bi dizî fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dikirin.

Di navbera salên 1989-1994ˊan de, anku 5 salan di dibistanên herêma Efrînê de karê mamostetiyê dikir. Di 1984ˊan dest bi nivîsandina kurteçîrok û helbesta Kurdî dike. Di sala 1989ˊan de, yekem helbesta xwe (Ez Kurd im) di Kovara XUNAVˊê de diweşîne.

(ah/fr)

ANHA