Li Qamişloyê pêşangeha "Vegerê"

Li bajarê Qamişloyê pêşangeheke wêneyan ku balê dikişîne ser dagirkirina bajarê Serêkaniyê, koçberî û hêviyên vegerê hate vekirin.

Li Qamişloyê pêşangeha "Vegerê"
Li Qamişloyê pêşangeha "Vegerê"
Li Qamişloyê pêşangeha "Vegerê"
Li Qamişloyê pêşangeha "Vegerê"
Li Qamişloyê pêşangeha "Vegerê"
Li Qamişloyê pêşangeha "Vegerê"
Li Qamişloyê pêşangeha "Vegerê"
Li Qamişloyê pêşangeha "Vegerê"
Li Qamişloyê pêşangeha "Vegerê"
Li Qamişloyê pêşangeha "Vegerê"
Li Qamişloyê pêşangeha "Vegerê"
Li Qamişloyê pêşangeha "Vegerê"
Li Qamişloyê pêşangeha "Vegerê"
Li Qamişloyê pêşangeha "Vegerê"
Li Qamişloyê pêşangeha "Vegerê"
Li Qamişloyê pêşangeha "Vegerê"
9 cotmeh, 2026   20:02
QAMIŞLO

Pêşangeh bi boneya salvegera dagirkirina bajarê Serêkaniyê ji aliyê şêwekar Medya Emranî ve ya ji xelkê Serêknaiyê ye, li navenda Roya ya taxa Siyahî ya bajarê Qamişloyê hat vekirin.

Di pêşangehê de ku bi dirûşma "Rêwîtiya salan a hewldanên vegerê wekî sozeke paşxistî û bîra zindî" 69 wêne hatin pêşandan.

Wêneyên pêşangehê balê dikişîne serê deverên Serêkaniyê, xwezaya wê, kilîtên malan, portrayên jinên ji bajêr, malên wêrankirî. Her wiha wêneyeke ku navên komên êrişî Serêkaniyê kirine û dîroka dagirkirinê hate pêşandan.

Di roja yekemîn a pêşangehê de bi beşdariya şênî û hunermendan, hunermend Kawa Kalî stran gotin.

Pêşangeh wê heya 15‘ê Cotmehê ji saet 16.00‘an heya 21.00‘an vekirî be.

Di pêşangehê de dê çîrok li ser bajarê Serêkaniyê werin gotin, panelek li ser koçberiyê were lidarxistin, her wiha dê berhemên hunermendên ji Serêkaniyê werin nîşandan.

(bb)

ANHA