Kesayetên siyasî û civakî daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir

Li bajarê Qamişloyê kesayetên siyasî û civakî bi daxuyaniyekê diyar kir ku pêwîst e "mafê hêviyê" ji Rêber Abdullah Ocalan re were dayîn û azadiya wî ya fizîkî were misogerkirin.

Kesayetên siyasî û civakî daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
18 kanûn, 2025   20:20
QAMIŞLO

Kesayetên siyasî û civakî yên bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ve hêzên hegemonîk, bi rêya girtina Rêber Apo û xistina zîndana Îmraliyê, hewl da vîna gelên bindest, nexasim gelê Kurd, têk bibe.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gel tecrîda girankirî, berxwedana Îmraliyê veguherî fikra azad û kaniya danîna nexşerêya çareseriya krîzên herêmê û Rojhilata Navîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku projeya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin temsîla qonaxa nû ya çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn û gava dîrokî ya sedsala 21ˊê ye.

Di dawiyê de banga çareserkirina prisgirêka Kurd û pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn hat kirin û daxwaza avakirina Sûriyeyek demokratîk û dayîna "mafê hêviyê" ji bo Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

(fr)

ANHA