Li Tebqa û Reqayê 300 şehîd hatin bibîranîn

Li kantona Reqa û Tebqayê du çalakiyên cuda ji bo bibîranîna 300 şehîdên mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku ew ê armancên şehîdan bigihînin serî.

18 kanûn, 2025   19:14
REQA

Meclisên Malbatên şehîdan ên kantonên Reqa û Tebqayê du çalakiyên cuda ji bo bîranîna 300 şehîdên QSDˊê, YPJˊê, Hêzên Xweparastinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şehîdên ji saziyên sivîl li dar xistin. Ev şehîd di mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê û salên cuda de şehîd bûbûn.

Di merasîma ku li hola Eşat a Reqayê hatiye lidarxistin, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, malbatên şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Reqa, Kongreya Îslama Demokratîk, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Rêveber a Reqayê.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê Zehra Yûsif diyar kir ku "Em îro şehîdên xwe, şehîdên rûmet û serbilindiyê bi bîr tînin. Ew şehîdên ku welat parastin û çêkerên serkeftinê ne."

Dûre endamê Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Hikmet Hisko diyar kir ku şehîd xwedî xewn û hêvî bûn ku welat azad bikin, di oxira parastina gel û welat de şehîd bûn. Bîranîna wan ne tenê sekneke, lê sozdayîna pêkanîna hêviyên wan a serkeftinê ye.

Li aliyekî din jî bavê şehîd Xelef El Boş, Salih El Boş helbestek i ser şehîdan xwend. Her wiha sînevîzyonek ji bo pêşandana wêneyên şehîdan hat pêşkêşkirin.

Merasîm bi pêxistina mûman li ber wêneyên şehîdan bi dawî bû.

Girêdayî mijarê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê merasîmek bi heman boneyê li dar xist. Di merasîmê de endamên hêzên leşkerî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, partiyên siyasî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, meclisên sivîl, şêx û rûspiyên eşîran û oldar amade bûn. Merasîm li hola Pakrewangeha Şehîdan a Tebqayê hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, mûm li ber wêneyên şehîdan hatin pêxistin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mehmûd El Sayil, endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Necah Mihemed, endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Zehra El Cuma axivîn. Axêveran sersaxî da malbatên şehîdan û anî ziman ku ew îro li vir kom bûne ku şehîdên mehên 10, 11 û 12ˊan bi bîr tînin. Hat gotin ku şehîd mûma azadî û vîna ku nayên şikandin in, bi wêrekî û zanabûn li hember mirinê sekinîn ku xak û gelê xwe biparêzin.

Merasîm bi sînevîzyonekê li ser jiyana şehîdan û fedakariyên wan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

TEBQA

REQA