Rojnameyên erebî cih da nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan
Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan. Di navbera Îsraîl, Îran, Tirkiye û Ereban de lêgerînek ji bo hevsengiyeke nû heye. Di vê senaryoyê de, an Kurd dibin lîstikvanên sereke, an jî ew ê wekî piyon di lîstikên hêzên mezin de werin bikaranîn.

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih da şerê Îsraîl-Îranê, hişyariyên li ser encamên vî şerê, her wiha nirxandinên dawîn ên Rêber Abdullah Ocalan.
‘DIZAYNA CÎHANÊ YA NÛ Û KURD’
Rojnameya El Quds El Erebî cih da nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser nakokiya di navbera Îsraîl û Îranê de. Rojnameyê diyar kir ku daxuyaniyên ku Abdullah Ocalan berî destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Îranê de dane, delîlên girîng ên pêşketinên heyî ne.
Rojnameyê bal kişand ser vê yekê: "Hevdîtina 21’ê Nîsana 2025’an a li Girtîgeha Îmraliyê ya di navbera Ocalan û şandeya DEM Partiyê de, ne tenê ji bo siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê girîng bû, lê di heman demê de nirxandinên şok jî dihewîne ku ji nû ve fikirîna jeopolîtîka herêmê û cîhanê hewce dike. Ocalan di civînê de gotibû Rojhilata Navîn careke din ji nû ve tê dîzaynkirin. Di navbera Îsraîl, Îran, Tirkiye û Ereban de lêgerînek ji bo hevsengiyeke nû heye. Di vê senaryoyê de, an Kurd dibin lîstikvanên sereke, an jî ew ê wek piyon di lîstikên hêzên mezin de werin bikaranîn."
Rojnameyê destnîşan kir: "Di vê qonaxa dîrokî de ku Rojhilata Navîn û cîhan ji nû ve tên sazkirin, tevgerên Kurd bi hilbijartineke çarenûsî re rû bi rû ne: an bibin damezirînerên rejîmeke nû bi gelên herêmê re, an jî bibin amûrên di stratejiyên 'parve bike û bi rê ve bibe' de ku Netanyahu û Trump pêşengiya wan dikin."
Rojnameyê her wiha nivîsand: “Nirxandinên Abdullah Ocalan ên li girtîgeha Îmraliyê kirine, ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo Tirkiye, Îran, Ereban û hemû gelên herêmê hişyariyek e. Li hember stratejiya dorpêçkirinê ya ku ji hêla Îsraîlê ve wek dewleteke piştî ewlehiya neteweyî tê sepandin, hevpeymanek di navbera gelên herêmê de li ser bingeha girêdanên dîrokî, çandî û erdnîgarî bûye pêwîstiyeke lezgîn. Gefa 'xezakirinê’ ne tenê ji bo komeke etnîk a taybet xetereyek e; ew senaryoyeke wêrankirinê ye ku tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê digire nava xwe."
‘PÊNGAVA TRUMP Û BANDORÊN WÊ LI SER CÎHANÊ’
Rojnameya Şerq El Ewsat jî bal kişand ser şerê Îsraîl û Îran û helwesta serokê DYA’yê Donald Turmp. Rojmeyê nivîsî ku Trum gefa gurbûna şer dixwe da ku Îran tawîzên mezin bide. Lê baweriya Îranê bi sozên Amerîka û Îsraîlê nayê.
Rojnameyê diyar kir kir ku berfirehbûna şer li herêmê dê bandorê li berjewendiyên sereke û jiyanî bike û dibe ku bihêle Îran bersivê bide û êrişî hêzên Amerîkayê yên li herêmê bike, yan jî Tengava Hurmuzê bigire ku ev jî dê bibe sedema pirsgirêkeke cîhanî ya enerjiyê.
Rojnameyê her wiha nivîsî: "Eger lîstika Trump û armancên Îsraîlê têk biçin û rejîma Tehranê nekeve, dê Îran hewldanên xwe yên peydakirina çekên atomîk bi leztir bike, ev jî dê bibe sedema rikeberiyeke metirsîdar a çekên nukleerî, bihêzkirina eksene Rûsya-Çîn-Îranê û lawazkirina rêxistinên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî.”
‘LI MISRÊ JI BER GURBÛNA ŞER METIRSIYÊN EWLEKARÎ Û CIVAKÎ’
Rojnameya El Ereb a Londonê li ser têkiliyên sar ên di navbera Misir, Îsraîl û rêveberiya Trump de nivîsî. Misrî dibêjin bandora aloziya leşkerî ya di navbera Îsraîl û Îranê dê dûrî welatê wan be, lê dîsa jî li Qahîreyê hin tirsên ewlehiyê hene ku şer gurtir bibe.
Rojnameyê li ser zimanê çavdêran nivîsî: "Sarbûna peywendiyên vê dawiyê di navbera Misir û Îsraîlê de û her wiha bi rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump re, Misr wek bêalî xuya bike, ev jî rê nade alozî derbasî Misrê bibe. Lê metirsiyê Misrê ne bi şer bi xwe ve girêdayî ye, lê bi bandorên wê yên li hundirê Misrê ve girêdayî ye, ji ber ku tê gotin ku îsraîliyên ji şer direvin derbasî Misrê dibin, lewma dibe ku hin komên tundraw vê rewşê bi kar bînin û li dijî îsraîliyan tolhildanê bikin.”