Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê dewam dikin: 2 kes hatin kuştin

Li Xezayê di encama êrişên Îsraîlê de 2 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku êrişên li ser Xezayê dewam dikin.

Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê dewam dikin: 2 kes hatin kuştin
14 îlon, 2026   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya filistînî ragihand ku hêzên Îsraîlê li kampa Wefa ya nêzîkî kolana Nexweşxaneya Wefa çadirek û derdora stadyuma El Yermûkê ya bajarê Xezayê bombebaran kirin. 

Hate ragihand ku di bombebarana li dijî çadirek din a li herêma Ebû Xedera ya nêzî xaçerêya El Serayayê de 2 kes hatin kuştin û bi kêmanî 10 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, tankên Îsraîlê bi dijwarî derdora çerxerêya Benî Suhêla ya rojhilatê Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê topbaran kir, di êrişa li derdora avahiyên niştecihan ên derdora Nexweşxaneya Şîfa ya rojavayê Xezayê de hin kes birîndar bûn.

Hate ragihandin êrişên Îsraîlê li ser Xezayê dewam dikin.

(bb)