Rûsya: Bajarokek hat kontrokirin, 902 dron hatin îmhakirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê bajarokê Chernyakovê yê Xarkîvê kontrol kir û di 24 saetên dawîn de 902 dron îmha kirin.

Rûsya: Bajarokek hat kontrokirin, 902 dron hatin îmhakirin
13 îlon, 2026   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku hêzên wê bajarokê Chernyakovê yê herêma Xarkîvê yê Ukraynayê kontrol kir. Wezaretê destnîşan kir ku hêzên wê pêşveçûna xwe li gelek eniyan berdewam kirine û di 24 saetên dawîn de windahî gihandine hêzên Ukraynayê.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên Rûsyayê hewldanên Ukraynayê yên ji bo şikandina dorpêçê û derketina ji şerê li bajarokên Slyznevo û Hugino têk birine, di heman demkê de êrişên xwe li ser hêzên Ukraynayê yên li herêma Olkhovatka berdewam kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên Rûsyayê êriş bire ser navendên lojîstîk, tesîsên enerjî, sotemenî û veguhestinê yên hêzên Ukraynayê û di 24 saetên dawîn de 902 dron îmha kirin.

(bb)