Artêşa Îsraîlê li Xezayê 2 kes kuştin

Hate ragihandin ku di êrişa hêzên Îsraîlê ya li rojavayê Xezayê de 2 kes hatin kuştin û 13 kes birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wê çekdarên Hemasê kirin hedef.

Artêşa Îsraîlê li Xezayê 2 kes kuştin
13 îlon, 2026   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê li taxa Tel El Hewa ya rojavayê bajarê Xezayê erebeyek bombebaran kir. Di encamê de 2 kes hatin kuştin û 13 kes birîndar bûn.

Xebatkarên tenduristiyê ji ajansa Reutersê re gotin, erebe bi temamî îmha bû û ji ber dijwariya teqînê nasnameyên her du kuştiyan nehatin naskirin.

Artêşa Îsraîlê der barê êrişê de îdia kir ku wê 2 çekdarên Hemasê kirin hedef, lê agahiyên zêdetir nedan.

(bb)