Çeteyan li Efrînê ciwanek qetil kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hec Hisnî yê bajarê Cindirêsê yê Efrînê ciwanek qetil kir.

Çeteyan li Efrînê ciwanek qetil kir
19 hezîran, 2025   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih ji bajarê Efrînê yê dagirkirî dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hec Hisnî yê bajarê Cindirêsê ciwanê bi navê Mistefa Cemîl Şêxo qetil kir.

Çavkaniyan da zanîn ku Mistefa Şêxo (18) ku karê parastina tabloyên enerjiya tavê dikir, di saetên derengiya şevê de ji aliyê çeteyan ve hat qetilkirin.

Li Efrînê ku ji sala 2018’an de di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, sûcên qetilkirin, revandin, talankirin û qirkirina xwezayê dewam dikin.

(bb)