4 girtiyên siyasî yên Kurd dest bi greva birçîbûnê dikin

Çar girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê di salvegera 4’emîn a qetilkirina Jina Emînî û destpêkirina serhildana “Jin Jiyan Azadî” de, dest bi greva birçîbûnê bikin.

4 girtiyên siyasî yên Kurd dest bi greva birçîbûnê dikin
15 îlon, 2026   17:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, 4 girtiyên siyasî yên Kurd bi peyamek diyar kirin ku ew greva birçîbûnê wekî “rêya herî şaristanî ya îfadekirina nerazîbûnê” dibînin. Girtiyan destnîşan kir ku ew di salvegera 4’emîn a qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina serhildana şoreşgerî ya “Jin Jiyan Azadî” de, tevlî greva giştî ya li Kurdistanê dibin.

Girtiyên bi navên Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî, Sakîne Parvaneh û Motabal Ehmediyan ku li girtîgehên Evîn û Yezdê tên girtin, ragihandin ku ewê roja 16’ê Îlonê, ji bo piştgiriya banga greva giştî, dest bi greva birçîbûnê bikin.

Banga greva giştî ya roja 16’ê Îlonê ku bi salvegera 4’emîn a qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û destpêkirina serhildana “Jin Jiyan Azadî” re hevdeme, ji aliyê Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye kirin. Hevpeymaniyê bang li gel kir ku bi girtina dikan û bazaran û bi redkirina çûyîna kar, tevlî vê grevê bibin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê vê çalakiyê wekî piştgiriya girtiyên siyasî ji bo banga greva giştî ya li Kurdistanê bi nav kir.