Rojevên hefteyekê; Sûriye, şerê Îran-DYA û pirsgirêka Filistînê

Medyaya erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de geşedanên li Sûriyeyê, jinûve avakirina saziyên dewletê, hevsengiyên hêzên herêmî, her wiha şerê Îran û DYA û bandorên wê li ser tengava Hurmuzê û bazara enerjiyê nirxandin. Cihe ji bo siberoja pirsgirêka Filistînê jî hate dayîn.

Rojevên hefteyekê; Sûriye, şerê Îran-DYA û pirsgirêka Filistînê
13 îlon, 2026   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêşketinên li Sûriyeyê, bandorên şerê Îran û Amerîkayê, her wiha siberoja pirsgirêka Filistînê rojevên hefteya borî yên medyaya erebî bûn.

SÛRIYEYA NÛ: JI NÛ VE AVAKIRINA DEWLETÊ

Rewşa heyî ya Sûriyeyê, ji nû ve avakirina dewletê û hevsengiya bandora herêmî û navneteweyî jî bi awayekî berbiçav hat nirxandin. Rojnameya El Erebî El Cedîd behsa veguherînên ku li Sûriyeyê diqewimin ji perspektîfa guhertinên sazûmanî û aborî yên ku bandorê li jiyana rojane dikin kir.

Rojnameyê bal kişand ser ji nû ve rêzkirina têkiliyên di navbera Moskov û Şamê de û rola Tirkiyeyê di şekildana siberoja hebûna Rûsyayê li welêt de.

Li gorî rojnameyê, Enqere ne hewceye ku Rûsyayê ji Sûriyeyê derxîne, lê belê dixwaze rola wê biguherîne, da ku hebûna Rûsyayê bibe faktorek hevsengiyê ya sînorkirî, li şûna ku bibe hêzek ku bikaribe bi awayekî serbixwe bandorê li biryarên Sûriyeyê bike.

Rojnameyê her wiha bal kişand ser pêvajoya veguhestina ji piresaziyan ber bi xurtkirina saziyên dewletê ve û îşaret bi tevlêbûna QSD‘ê ya nava saziyên dewletê hate kirin. Her wiha behsa vegera geştên hewayî û razimaniyê, jinûve vekirina dosyayên çekên kîmyewî û bernamaya nukleerî û vegera koçberan. Hate gotin ev dosya aliyên siyasî, ewlehî û aborî yên tevlihev digire nava xwe.

ŞERÊ DYA-ÎRANÊ Û TENGAVA HURMUZÊ: ŞEREKÎ BÊ ENCAM Û ÇARESERÎ

El Cezîra Net gotarek bi sernavê "Şerê Kendavê yê Niha: Analîzek li ser Vebijarkan û Encamên Alternatîf" weşand, ku rêça şer û vebijarkên berdest lêkolîn kir. Di analîzê de hat diyarkirin ku arîşeya heyî ji şerên kevneşopî cuda ye û hîn negihîştiye encamek biryardar.

Di gotarê de behda bandora cezayan û ambargoyê li ser Îranê hatiye kirin. Hate gotin ku rewşa wê ji ya Iraqê cuda ji ber cihê wê yê erdnîgarî û têkiliyên wê bi welatên cîran re. Her wiha behsa guhertina girîngiya Tengava Hurmuzê jî hatiye kirin û hate diyarkirin ku ji ber tirsa bilindbûna bihayên petrolê û bandorên aborî yên cîhanî yên berfireh de bûye faktorekî  sereke di şer de.

Rojnameya El Xalîc behsa berdewamiya aloziya Îsraîlê li herêmê û bandorên şerekî bi Îran û Lubnanê re kir. Rojameyê vebijarkên Îsraîlê û sînorên hêza wê ya berdewamkirina şer şîrove kirin.

Rojnameyê gotarek din bi navê "Tehran li xwe mikuhr hat ku felc bûye û li Hurmuzê paşve vedikişe" weşand. Di gotarê de bal hatiye kişandin ser bandorên aborî yên cezayan û bi paşketina hêza Îranê ya bikaranîna tengavê wekî kaxezeke zextê, her wiha tevgerên herêmî û navneteweyî yên bi armanca jinûve vejandina mûzakereyan hatiye kirin.

Rojnameya El Xelîc di gotareke bi sernavê `Tengava Hurmuzê û siberoja ewlehiya erebî` de şerê DYA û Îran û dê aliyê ewlehî û aborî de çi bandor bike analîz kiriye û gotiye heke şer bidome dê bandorê li ser tevgera bazirganî û ewlehiya dewletên herêmê bike.

Di heman nivîsê de bang li welatên Ereban hatiye kirin ku aliyê ewlehî û aborî de bi hev re bibin alîkar û ji bo hinartina enerjiyê rê û rêbazên nû bibînin.

Rojnameya El Ehram jî cih da êrişên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî û hewldanên ji bo ferzkirina kontrolê li ser Tengava Hurmuzê. Rojnameyê ev yek wekî "binpêkirinek eşkere ya qanûna navneteweyî" bi nav kir û hişyarî li ser bandorên aloziya berdewam li ser ewlehiya enerjiyê, bihayên petrol û bazirganiya navneteweyî hate kirin.

SIBEROJA PIRSGIRÊKA FILISTÎNÊ Û MAFÊN SIYASÎ

Rojnameya El Erebî El Cedîd di gotareke bi sernavê "Filistînî Pêdivî bi Çi Nexşerêyê Hene?" de  behsa îhtîmala paşxistina hilbijartinên parlemanê yên Filistînê an jî guhertina wan bi rêkeftinên din ên siyasî ji ber zextên Amerîkî û Îsraîlî û dabeşbûnên navxweyî yên Filistînê kir.

Di gotarê de pirsan li ser rêya siyasî ya ku dikare saziyên Filistînê ji nû ve organîze bike û rewatiya berfirehtir bide wan, derdixe holê.