Şerê Îsraîl-Îranê: ‘Trump plana li dijî Îranê erê kir’
Êrişên di navbera Îsraîl û Îranê de didomin. Îsraîlê bi 40 balafiran li navendên nukleerê û gelek hedefan xist. Hate îdiakirin ku Trump plana êrişa li hemberî Îranê erê kiriye.

Artêşa Îsraîlê sibeha Pêncşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi 40 balafirên şer bombe li dehan hedefan hatine barandin. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Tevahiya şevê bi agahiyên hesas ên departmana îstîxbaratê 40 balafirên şer bi zêdetirî 100 muhîmatan bombe li dehan hedefên leşkerî yên li Tehran û herêmên cuda yên Îranê barandin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li santrala nukleerî ya Arakê û tesîseke nêzî Natanzê hate xistin. Li gorî daxuyaniyê, "Avaniya ku reaktorê digire, ku pêkhateya bingehîn a hilberîna plutonyûmê ye, bû hedefa êrişê." Avakirina reaktorê sala 1997'an destpê kiribû, lê belê ji ber destwerdana civaka navneteweyî nehatibû temamkirin.
Li gorî daxuyaniyê sîstemên parastina hewayî, hilberîna fuzeyan, bataryayên parastina hewayî yên rejîma Îranê, navendên depokirina fuzeyan, radar û wesayitên hatin tespîtkirin ji hewayê hatin îmhakirin.
Serê sibehê li Tel Avîv û Qûdsê jî dengê teqînên mezin hate bihîstin. Têkildarî teqînan agahiyên berfireh bi dest neketin.
Li gorî medya Îsraîlê di encama êrişên Îranê li Holonê 3 jê giran bi dehan kes birîndar bûn, li Ramat Ganê 16 kes, li Sorokayê kesek birîndar bû. Hate ragihandin ku li Sorokayê xisar li nexweşxaneyekê bû. Wezareta Tenduristiyê nerazîbûn nîşanî 'sûcê şer' da.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Îranê, di encama bombardûmana Îsraîlê de li Îranê herî kêm 224 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî hezar kes jî birîndar bûn.
RÊXISTINA CIVAKÎ YA SIVÎL: HERÎ KÊM 639 KES MIRIN
Ajansa Nûçeyan a Associated Pressê daneyên rêxistina 'Parêzvanên Mafên Mirovan' weşand ku navenda wê li Washingtonê ye û diyar kir ku di êrişên Îsraîlê de yên li ser Îranê 639 kes mirin, 1.329 kes jî birîndar bûn. Li gorî daneyên hatin piştrastkirin 263 ji kesên hatin kuştin sivîl, 154 jî endamên hêzên ewlekariyê bûn.
Li gorî rayedarên Îsraîlê, di êrişên Îranê yên bi fuzeyan û balafirên bêmirov de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan, 592 kes jî birîndar bûn.
LI ÎRANÊ GIRTIN
Ajansên nûçeyan ên Îranê diyar kir ku li bajarê Meşhed ê li bakurê rojhilatê Îranê 18 'ajanên dijmin' hatin girtin ku ji bo Îsraîlê êrişan bike amûrên hewayî yên bêmirov hildiberandin.
‘TRUMP PLANA ÊRIŞÊ ERÊ KIR’
Li gorî rojnameya Wall Street Journal, Donald Trump ji şêwirmendên xwe re gotiye plana êrişa li ser Îranê erê kiriye, lê ji bo ku bibîne bê ka Tehranê dest ji bernameya nukleerî berdaye yan na, plan sekinandiye. Rayedarekî ji Qesra Spî ji AFP'ê re li ser mijarê got: "Hemû rê û alternatîf li ser maseyê ne.”