‘Em bêyî Rêber Apo azadî, aştî û demokrasiyê qebûl nakin’

Xelkê Çilaxayê bang kir Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe û got ji bo ku aştî li Rojhilata Navîn pêk were azadiya wî şert e.

‘Em bêyî Rêber Apo azadî, aştî û demokrasiyê qebûl nakin’
18 hezîran, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Rêber Abdullah Ocalan 27`ê Sibatê 2025`an Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ragihand lê heyanî niha tecrîd li ser wî didome û bi fîzîkî azad nebûye.

Xelkê Çilaxayê diyar kir ku divê Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe û ew bi xwe Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi rê ve bibe.

Mehdî Berces got: “Rêber Abdullah Ocalan aştî û demokrasiyê dixwazê. Pirsgirêkên gelan ji kokê ve tîne ziman, nîqaş dike û çareseriyê pêşkêş dike. Ji ber vê yekê ew ji rêveberên dîtir ên cîhanê, cûda ye. Ew ji bo azadiya gelan dixebitê."

Berces diyar kir Rêber Abdullah Ocalan her tim ji bo aştî û demokrasî li cîhanê pêk were û jiyana hevbeş li Rojhilata Navîn biparêze, têkoşîn kiriye û wiha pê de çû: “Rêbertî her tim têkoşîn dike da ku krîzên heyî çareser bike. Ji bo aştî û çareserkirina pirsgirêka Kurd projeya neteweya demokratîk pêşkêş kir. Lê aliyên di krîzan de desthilatdariya xwe diparêzin çareseriyê naxwazin, bi hemû şêweyan dixwazin krîzan kûrttir bikin. Em ê her tim piştgiriya projeyên Rêber Abdullah Oclaan bikin û em dixwazin Rêbertî fîzîkî azad bibe."

Xorşîd Kindî jî got: "Ji salekê zêdetir di ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbas bû, lê tug av nehatin avêtin. Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad nebûye. Rêbertî projeya li herêmê çarserkirina pirsgirêka Kurd pêşkêş kir lê hîna di girtîgehê de ye. Kiryarên dewleta Tirk pêvajoyê asteng dike. Ew hîna hewl didin têkiliya navbera Rêbertî û gel qut bikin, ji ber dewleta Tirk dizane Rêbertî dikare li herêmê aştiyê pêk bîne."

Di dawiyê de Kindî wiha got: “Bê Rêber Abdullah Ocalan em azadî, demokrasî û aştiyê qebûl nakin. Aştî bê Rêbertî pêk nayê û azadiya Rêbertî daxwaza gel e. Rêbertî ji bo gelan û jiyana bi rûmet têdikoşe."

Atiya Hacî anî ziman ku bêyî Rêber Abdullah Ocalan azadî nabe û wiha axivî: "Em jin, dixwazin rêya têkoşînê bi Rêber Abdullah Ocalan re bidomîn in. Rêbertî di şert û mercên zehmet de ye lê her tim doza jinê di bîra Rêbertî de ye. Rêbertî dostê jinan e. Doza jinan analîz kir û çareserkirina wê pêşkêş kir. Em dixwazin Rêbertî azad bibe, ji ber rêwîtiya têkoşîna jinan bê azadiya Rêber Apo temam nabe.”

(np)

ANHA